حركة المجتمع الديمقراطي

Eşîreyên Ereb: Gelê herêmê bi yekîtiyê wê li hemberî hemû planên dijber bisekinin

513

HESEKÊ – Rûspiyên êlên Ereb ên bajarê Hesekê diyar kirin ku êrîşên li ser Efrînê hemû gelên Bakurê Sûriyê hedef digre û tekez kirin ku gelê herêmê bi yekîtiyê wê li hemberî hemû planên dijber bisekinin.

Rûspiyên elên Ereb ên bajarê Hesekê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û berxwedana gelê Efrînê ya li hemberî êrîşan ji ajansa me re axîvin.

Ji êla El-Cibûr Fewaz El-Zobae, berxwedana lehengî ya şervanên li Efrînê ya li hemberî mezintîr hêz di Rojhilata Navîn de silav kir û got “Serkeftin para gelê berxwedêr û rêxistinkirî ye.”

El-Zoba, da xuyakirin ku Efrîn beşek ji xaka Sûriyê ye, tu hêzê çi qas mezin be jî nikare destwerdanê di karûbarên Sûriyê de bike, heger vîna gelan hedef were girtin, gelê ku zulm û zordarî kişandiyê riya azadiyê pejirandiye.

Fewaz El-Zoba têkildarî hedefgirtina  kerwanê gelê sivîl ê herêmên Cizîr û Firatê ku bi armaca piştgiriyê herikîbûn Efrînê ev tişt anî ziman”Erdogan li hemberî binkeftinên xwe bê çare ma ye, ji ber vê yekê sivîlên ku ji êrîşan natirsin û ji bo piştgiriyê berê xwe dan Efrînê topbaran kirin.”

Rûspiyê êla El-Cibûr Fewaz El-Zoba di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Bakurê Sûriyê kir ku li hemberî planên ku vîna wan armanc dike, hevgirtina xwe xurt bikin û got “Efrîn bi saya şervanan û gelên herêmê serketiye.”

2017-2-26-HSK-NERINA-RUSPIEN-EREBA الكندار(1)

Ji aliyê xwe ve, rûspiyê êla El-Cihêş Abdullah El-Kendar berxwedana gelê Efrînê silav kir û da zanîn ku dewleta Tirk bi hinceta şerê li dijî terorê êrîşî sivlan dike û jin û zarokan dikuje.

El-Kendar êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêma Efrînê şermezar kir û diyar kir ku Erdogan biryara Konseya Ewlekariyê ya agirbestê bin pê dike û ji şevê din ve êrîşên dijwar bi top û balafiran li dijî Efrînê pêk tîne.

El-Kendar, êrîşên li ser Efrînê wekî êrîş li ser hemû gelên Bakurê Sûriyê bi nav kir û got “Nîşaneya vê yekê jî, yekemîn şehîdê Efrînê, zarokekî  koçber bû.ʺ

Abdullah El-Kendar di dawiya axaftina xwe de got “Pêwîste hemû gelê Sûriyê armancên Erdogan ên dagirkirina herêmê û vejînkirina dewrana Osmaniyan nas bike.”