حركة المجتمع الديمقراطي

‘Armanca binçavkirina Muslim rawestandina belavbûna fikrê Netewa Demokratîk e’

517

QAMIŞLO – Abdullkerîm Umer got ku armanca binçavkirina Salih Muslim bi daxwaza Tirkiyê li Çekya, rawestandina belavbûna fikrê Netewa Demokratîk a rizgarkirina gelên herêmê ye.

Hevserokê Desteya Derve yê Cizîrê Abdullkerîm Umer da zanîn ku Berpirsê Komîteya Têkîliyên Diplomatîk ê TEV-DEM`ê Salih Muslim wekî têkoşerekî û hemwelatiyekî Sûriyê ji bo pêkanîna  demokrastiyê û aştiyê ji bo çareserkirina alzoiya Sûriyê û gihandina dengê gel li  rêxistinên mafê mirovan û cîhanê dixebitî, ji ber vê yekê dewleta Tirk daxwaza binçavkirina wî xwest.

Abdullkerîm Umer tekez kir hikumeta Tirkiyê û hevalbendên wê hewl didin li pêşiya azadiya gelê Kurd bigrin û binçavkirina Muslim di çarçoveya rawestandina belavbûna fikrê Netewa Demokratîk pêk hat.

Abdullkerîm anî ziman ku berxwedana dîrokî ya şervanên YPG/YPJ, QSD û gelê Efrînê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên dikin û destkeftiyên ku gelên Bakurê Sûriyê bi dest dixin, hîşt ku Erdogan biryara binavçkirina Muslim bibe da ku îradeya gel bişkîne.

Umer di dawiya axafina xwe de, ji rêxistinên mafê mirovan û NY xwest ku yekser destwerdanê bikin û zextê  li dewleta Çek bike da ku Salih Muslim serbest werê berdan.