حركة المجتمع الديمقراطي

Şêxên eşîrên Reqayê êrîşa Artêşa Tirk a li dijî sivîlan şermezar kirin

592

REQA – Rûspiyên herêma Reqayê bombebarana kerwanê azadiyê ku berê xwe dabû Efrînê û komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê li dijî sivîlan pêk tîne şermezar kirin.

Derbarê mijarê de Şêxê eşîra El-Welde Hemid El-Ferec wiha axivî”Em îro ji bo piştgiriya gelê xwe yê Efrînê li vir kom bûne, da ku em ji hemû cîhanê re isbat bikin ku li vir biratiya gelan heye. Em ê êrîşa Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê bi tundî şermezar dikin.”

El0Ferec di dawiya axaftina xwe de jî da zanîn ku hemû erîşên li ser Efrînê bi tundî şermezar dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe”Em ji civaka nevdewletî dixwazin ku bi rêzdariya Konseya Ewelariyê  ya ragîhandina Agirbesta li Sûriyê bibin”

Şêxê eşîreya El-Birêc Emîr El-Xabûr jî derbarê mijarê de wiha axivî”Em wekî eşîrên herêmê êrîşa li ser Efrînê bi tundî şermezar dikin, em tekez dibêjin ku em ê rê nedin ku dewleta Tirk bostekê ji xaka Efrînê dagir bike. Em ê hemû bi yek destî li dijî êrîşa wan derkevin. “

El-Xabûr, şehadeta kurê Dêrazorê ya li Efrînê jî bibîr xist û wiha got”Bi şehadeta kurê Dêrazorê li Efrînê xwîna şêniyên Reqa, Dêrazorê û herêmên din ketiye nav hev. Em wekî şêniyên Reqayê amade ne bi hemû hêza xwe li dijî êrîşa dewleta Tirk derkevin û parastina Şêniyên Efrînê bikin.”

El-Xabûr di dawiya axaftina xwe de jî bang li civaka navdewletî kir ku li dijî komkujiya Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li dijî gelê Efrînê ji bêdengiya xwe derkevin û ev tişt anî ziman”Em êrîşa navdewletî şermezar dikin .Heta niha derbarê êrîşa li ser Efrînê dengê xwe ne kirine. Hemû şêniyên Bakurê Sûriyê wê bi yek destî li dijî êrîşê derkevin.”