حركة المجتمع الديمقراطي

‘Berxwedana Serdemê ya hemû Kurdistaniyan e’

541

QAMIŞLO– Endamê Komîteya Navendî ya parita Demokratîk a Kurd a Sûriyê Şukrî Hemo diyar kir ku Berxwedana Serdemê ya Efrînê berxwedana hemû Kurdistaniyan ne û banga lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê kir û wiha got: “Divê kongreya netewî zû were lidarxistin, da ku hemû kêşe û aloziya di navbera partiyên siyasî were rakirin. Bi hev re jî li dijî êrîşên dijminên gelê kurd rawestin.”

Şukrî Hemo derbarê Berxwedana Serdemê ji ajansa me (ANHA) re axivî û bibîr xist ku êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê ket meha xwe ya duyemîn û ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk di êrîşa xwe ya li ser Efrînê de çekên qedexekirî jî li dijî sivîlan bikar tîne. Dewleta Tirk biryara xwe ya tunekirina gelê kurd ane, lewma êrîşeke wiha hovane li dijî Efrînê pêk aniye. “

Hemû di berdewama axaftina xwe de jî got ku dewleta Tirk biryar tunekirine gelê kurd daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi kîn û nefret êrîşî gelê kurd dikin. Divê li dijî êrîşa wan gelê kurd yekîtiya xwe xurt bike û hebûna xwe biparêzin. Banga min ji hemû partiyên siyasî û rêxistinan re ew e ku piştgiriya Berxwedana Serdemê bikin. Ji ber berxwedana Serdemê ya hemû gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê ye.”

Hemû her wiha da zanîn ku gelê Efrînê û şervanên YPG/YPJ’ê isbat kirine ku ew li pişt her serkeftinekê ne û wiha dom kir: “Li pişt her serkeftinekê şervanên me hene, li pişt her têkçûnekê jî ixanet heye.  Gelek nimûneyên wê di dîrokî de hene, ji ber vê yekê divê gelê kurd yekîtiya xwe ava bike û partiyên siyasî hemû nakokiyên xwe bavêjin aliyekî.”

‘Divê kongreya Netewî were lidarxistin’

Endamê Komîteya Navendî ya parita Demokratîk a Kurd a Sûriyê Şukrî Hemo işart bi Kongreya Netewî ya Kurdistanê jî kir û wiha pê de çû: “pir girînge ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê were lidarxistin. Divê hemû partiyên kurdî nakokiyên xwe bidin aliyekî, da ku bi yek destî li dijî dijminên gelê kurd derekvin. Bi vî rihî divê hemû partiyên siyasî, rêxistin û kesayetên serbixwe jî piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê bikin.”

Hemo, di dawiya axaftina xwe de jî careke din bang li hemû partiyan kir ku di zûtirîn dem de yekîtiya xwe saz bikin.