حركة المجتمع الديمقراطي

‘Tirkiyê bi zanebûn dibistanan hedef digre’

537

GIRÊ SPÎ- Hevserokê Buroya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêraozrê  Mihemed El-Hisên diyar kir ku dewleta Tirk bi zanebûn dibistan û navendên perwedeyê yên Efrînê hedef digre û ev tişt anî ziman: “Bi vê yekê dixwaze dema dewleta Osmanî vejîn bike. Civaka navdewletî li bendê ye ku daxuyanî bi xwîna zarokên Efrînê were nivîsandin heta ji bê dengiya xwe derkeve.”

Hevserokê Buroya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêraozrê  Mihemed El-Hisên derbarê êrîşên Artêşa Tirk a dagirker ya li dijî Efrînê û hedefgirtina sivîlan û dibistanan ji ajansa me (ANHA) re aixî û wiha got: “Dewleta Tirk bi êrîşa xwe ya li ser Efrînê dixwaze rihê fikr û biratiya gelan a pêkhateyên Bakurê Sûriyê tune bike. Ew dixwazin zenebûnê tune bikin û ne zaniyê di nava gelê herêmê de belav bikin. Lewma Erdogan bi hemû hovîtiya xwe êîşrî herêmê dike.”

El-Hisên, her wiha da zanîn ku dewleta Tirk ku sivîlan hedef digre dibistanan û navendên perwedeya wan jî hedef digre û wiha dom kir: “Bi zanebûn dibistanan topbaran û bombebaran dikin. Heta niha di êrîşa wan de 56 xwendekar û 2 mamoste şehîd bûne, her wiha bi ehan birîndar jî çêbûne, lê gelê Efrînê hîn jî bi hemû hêza xwe liber xwe didin. Bombebarana karwanê sivîlan ku ji Bakruê Sûriyê ber bi Efrînê ketibû rû jî nîşana wê yekê ye.”

Artêşa Tirk  û çeteyên girêdayî wê Cebhet El-Nusra û bermahiyên DAIŞ’ê ji 20’ê Çile ve bi awayekî hovane êrîşî Herêma Efrînê dikin. Di encama êrîşê de heta niha bi sedan welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok in bûne qurbanî, her wiha cihên dîrokî û binesaziyên herêmên hatine ruxandin.

El-Hisên saziyên ragîhandinê yên herêmî û navdewletî jî rexne kir û wiha dom kir: “li êrîşên hovane û koçberkirina sivîlan temaşe dikin. Li ber çavên wan binesaziya Efrînê, mizgeft û gelek deverên dîrokî têne ruxandin, lê hemû civaka navdewletî bê deng in. Tenê daxuyaniyên çeteyan û dewleta Tirk ku piştgiriya wan dikin, didin.”

Hevserokê Buroya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêraozrê  Mihemed El-Hisên di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû saziyên navdewletî kir ku di zûtirîn dem de destwerdanê bikin û ji bê dengiya xwe ya derbarê qetilkirina zarok, jin û sivîlan derkevin û helwesta xwe nîşan bidin.