حركة المجتمع الديمقراطي

Tirkiye li dijî biryara civaka navnetewî derdikeve

520

Dewleta Tirk eşkere li dijî biryara civaka navnetewî ya agirbesta 30 rojan li Sûriyeyê derdikeve û êrîşên xwe li dijî herêma Efrînê berdewam dike.

Agirbest Efrînê jî digire nava xwe.. topbarana li dijî Efrîn, Xota û Dîmeşqê berdewam dike

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa aloziya Sûriyeyê û biryara navnetewî ya agirbesta li Sûriyeyê ji bo 30 rojan kirin. Girêdayî mijarê rojnameya El-Qudis El-Erebî manşêteke xwe wiha bi nav kir: “Rêjîma Sûriyeyê bi gaza kilor Xota topbaran dike û alîkariya Îranê û sîwana Rûsyayê hewl dide derbasî Xota bibe.” Rojnameya Şerq El-Ewsat jî hin gotarên xwe wiha bi nav kirin: “şikandina bejahî ji agirbestê re û rawestandina êrîşên ezmanî”, “rêjîm agirbestê paşguh dike û Îranê ber bi Xota ve dehf dide.”

Rojnameya El-Heyat jî hin gotarên xwe wiha bi nav kirin: “Agirbesta bi nakok li Xota El-Şerqiyê li ber têkçûnê ye”, “Parîs û Berlîn bang li Rûsyayê dikin da ku zextê li El-Esed bike û xwedî li agirbestê derbikeve”. Rojnameya El-Ereb girêdayî heman mijarê gotareke xwe wiha bi nav kir: “Konseya Ewlehiyê ya navnetewî kes, kom û hevkarên El-Qaîdê û DAIŞ’ê û hin komên terorîst ên din diyar kirin.”

Tirkiye li dijî biryara navnetewî derdikeve û êrîşên xwe li dijî Efrînê didomîne

Girêdayî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê rojnameyan behsa helwesta Tirkiyeyê kirin û diyar kirin ku Tirkiye li dijî biryara navnetewî derdikeve û êrîşên xwe li dijî herêma Efrînê berdewam dike. Rojnameya El-Ereb gotareke xwe wiha bi nav kir: “Erdogan: Agirbest êrîşa li dijî Efrînê nagire nava xwe.”

Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî gotareke xwe wiha bi nav kir: “Tirkiye dibêje ku biryara Konseya Ewlehiyê êrîşa li dijî Efrînê ranawestîne”.

Salih Muslim li Çîk hate girtin

Rojnameyên Erebî behsa girtina Endamê Komîteya Têkliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Salih Muslim ji aliyê rayedarên dewleta Çîk ve kirin. Rojnameya El-Heyat gotareke xwe wiha bi nav kir: “Birag li ser daxwaza Enqereyê rayedarekî Kurdên Sûriyeyê digire.” Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî gotareke xwe wiha bi nav kir: “Rayedarê Kurd Salih Muslim li pêşiya dadgeheke Çîkî ye da ku radestî Tirkiyeyê were kirin”. Rojnameya El-Ereb jî gotareke xwe wiha bi nav kir. “Tirkiye pêşbirikiya wergirtina Salih Muslim dike”. Rojnameya Şerq El-Ewsat jî wiha got: “Tirkiye daxwaza wergirtina Salih Muslim ji Çîk dike”.