Rayedarên Başûrê Kurdistanê xwestin ku Salih Muslim tavilê were berdan û bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.
Li gorî nûçeya di malpera fermî ya Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) hate weşandin, Alîkarê Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qûbad Talabanî xwestiye, Hevserokê berê yê PYD’ê û Berpirsyarê Komîteya Diplomasî yê TEV-DEM’ê Salih Muslim tavilê bê berdan, ku bi daxwaza Tirkiyeyê li payteta Çekya Pragê hatiye binçavkirin.
Berpirsyarê Meclîsa Navendî ya Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) Adil Murad jî li ser Facebooka xwe ya şexsî peyameke kurt belav kir û got: “Girtina Salih Muslim binpêkirina mafê gelên azadîxwaz e û derba li nirxên demokratîk ên welatên Rojava ye ku îdîa dikin ku diparêzin. Em girtina wî şermezar dikin û ji rêxistinên mafên mirovan dixwazin ku ji bo berdana Birêz Salih Muslim bikevin nava liv û tevgerê.”
Rayedarê YNK’î diyar kir ku ew weke YNK piştgiriya têkoşîna gelê Rojava dikin.
Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Mihemed Ebdullah têkildarî binçavkirina Salih Muslim daxuyaniyek nivîskî belav kir û got, binçavkirina Salih Muslim xalek din a reş e li navçavên sîstem û desthilata modernîteya sermayedar.
Mihemed Ebdullah got; “Li nava şaristaniyeta sermayedarî tiştek bi navê exlaq nîne. Durûtî û berjewendperestiyê cihê exlaq girtiye. Di terorkirina Dr. Qasimlo, Dr. Şerefkendî heta şehîdên Parîsê de, di revandina Rêberê Demokrasiya Gelan Rêber Ocalan heta binçavkirina Salih Muslim de hemûyan maskeyê ne demokratîkbûna Ewropa rakirin. Divê demek ji ya din zûtir Salih Muslim bê azadkirin.”