حركة المجتمع الديمقراطي

Ebdulkerîm Siko: Binçavkirina Muslim komployeke din li dijî gelê Kurd e

676

QAMIŞLO – Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (El-Partî) Ebdulkerîm Siko destnîşan kir ku binçavkirina Salih Muslim di çarçoveya komployên dewleta Tirk û hevalbendên wê yên li dijî gelê Kurd de pêk hate û banga serbestberdana wî li hikûmeta Çekyayê kir.

Hikûmeta Çekya, duh li paytexa Pragê Berpirsê Têkiliyên Derve yê TEV-DEM‘ê Salih Muslim û serokê berê yê PYD`ê  binçav kir.

Derbarê binçavkirina Salih  Muslim,  Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (El-Partî) Ebdulkerîm Siko ji ajansa ANHA‘yê re axivî.

Siko di destpêka axaftina xwe de binçavkirina Salih Mulsim şermezar kir û wekî komployeke li dijî gelê Kurd bi nav kir û got “Muslim kesayeteke welatparêz e, ji bo doza Kurdî têkoşîneke mezin da meşandin.”

Ebdulkerîm Siko, anî ziman ku dewleta Tirk ji ber binkeftina xwe li Efrînê siyasetmedarê Kurd Salih Muslim binçav kir û got”Ev komplo tu fêdeyê li Erdoganê Osmanî nake.”

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (El-Partî) Ebdulkerîm Siko di dawiya axaftina xwe de got ku binçavkirina Salih Muslim ne li gorî ti qanûnan e û banga serbestberdana wî kir.