حركة المجتمع الديمقراطي

Qesas: Binçavkirina Muslim di tu qanûnan de nayê qebûlkirin

634

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas da zanîn binçavkirina Muslim di ti qanûnên navdewletî de nayê qebûlkirin.

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê di hevdîtineke xwe de li gel Navenda Çavdêriya  Mafê Mirovan a Kurdî behsa sedamên binçavkirina serokê berê yê PYD‘ê Salih Muslim kir.

Hevpeyvîn wiha ye:

– Di nêrîna we sedemên binçavkirina Salih Muslim ji aliyê hikûmeta Çekya çi ne?

Helwesta hikûmeta Çekya ya derbarê hevserokê berê yê PYD‘ê birêzê Salih Muslim hîna diyar nebûye. Hîna ne diyar e ka kî li pey binçavkirina Muslim ye, gelo desthilatdariya Çekya an jî Enterbol e.

Bi rastî ez texmîn dikin ku birêz Salih Muslim ji aliyê Enterbolê ve hatiye binçavkirin. Di vê rewşê de mijar dê di demeke nêz de were çareserkirin û di nava rojekê yan du rojan, an jî çend saetan serbest were berdan. Lê diyar e ku bûyera binçavkirina Muslim mijareke siyasî ye.

– Binçavkirina Salih Muslim bi vê awayî di tu qanûnên navdewletî hatiya qebûlkirin?

Tu hincet anî jî qanûnên siyasî ji bo binçavkirina Muslim re tune ne, berevajî vê yekê peyman û qanûnên navdewletî Muslim diparêze û nahêle radestî dijmin were kirin.

-Armanên Tirkiyê ji hewldanên xwe yên dema dawî derbarê Muslim de çi ne?

Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li ser Efrînê xwe xistiye newalekê. Êrîşên wê ketiye meha xwe ya duyemîn de. Bê guman armancên wê ew e ku têkçûyîna xwe li ser erdê veşêre.

Birêz Muslim, berxwedêrekî mezin e û bavê şehîd, hevserê jineke siyasetmedar e û bavê şervanekî û parêzvanê demokratîk û heqîqetê ye.

-Çi ji gelên demokrasaxwaz, di serî de gelê Bakurê Sûriyê tê xwestin ku li hemberî komploya li dijî Muslim bisekinin?

Gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe, divê li binçavkirina Salih Muslim wekî komploya projeya Bakurê Sûriyê, binêre.

Gelê Bakurê Sûriyê bi pêşxistina projeya Neteweya Demokratîk û Modîrnîteya Demokratîk re dikare hewldana astengkirin û binçavkirina Muslim bibersivîne, di nêrîna min de ev berisva herî guncawa ku gelê Bakurê Sûriyê li hemberî vê yekê bide.

-Derbarê vê yekê de peyama we ji civaka navdewletî û saziyên hiqûqî çi ye?

Peyama min ji bo civaka navdewletî û saziyên hiqûqî ew e ku bi berpirsyariya ya li hemberî ewlehî û serbestberdana birêz Salih Muslim tevbigerin. Muslim li dijî terorê ye, banga modernîteya demokratîk, nirxên jiyana hevbeş û parastina mafê jin dike. Nêzîkatiyên li hemberî nûnerê mirovahiyê ne di cihê xwe de ye, tenê azadî layiqî wî ye. Divê rêxistinên hiqûqî yên navdeweletî û hemû hêzên aktîv ên civaka navdewletî ji bo serbest were berdan. Erk û berpirsyariya wan jî ev e.