حركة المجتمع الديمقراطي

Kurdistanî li ber dadgeha paytexta Çekya Pragê mîtîngê lidar dixin

531

PRAG – Bi dehan Kurdistanî li ber  dadgeha paytexta Çekya Pragê kom bûn û daxwaza berdana hevserokê berê yê PYD û Berpirsê Komîteya Têkîliyên Diplomatîk a TEV-DEM`ê Salih Muslim.  

Kurdistanî li ber dadgeha paytexta Çekya Pragê mîtîngê lidar dixin (2)

Duh Hevserokê berê yê PYD û Berpirsyarê Komîteya Têkîliyên Diplomatîk a TEV-DEM`ê Salih Muslim, bi daxwaza Tirkiyeyê li paytexta Çekya Pragê hate binçavkirin.

Ji bo şermezarkirina biryara binçavkirinê û daxwaza berdana Muslim bi dehan Kurdistanî li ber dadgeha paytexta Çekya Pragê mîtîgê lidar dixin û dirûşmeyên azadiya wî bang dikin.