حركة المجتمع الديمقراطي

Mezarên Êzidî li Efrînê ev in

708

EFRÎN – Mezarên Ola Êzdî ji hezar salan ve li herêma Efrîn hene û pêkhateyên herêmê weke ziyaretgeh digirin dest.

Gelek şaristaniyên kevnar di ser herêma Efrînê re derbas bûne, li herêmê gelek pîrozgehên ola Êzdî di serdemên kevnar de hatine avakirin. Welatiyên Êzdî rê û resmên olî li van pîrozgehan pêk tînin û di cejnên olî de serdana van pîrozgehan dikin.

Ziyaretgeha Şêx Berekat

EFRIN-2-20-2018-CIHEN-PIROZI-YEN-EZIDIYAN ‫(3)‬ ‫‬

30 km başûrê bajarê Efrînê dikeve û li ser girekî bi bilindahiya 870 mître hatiye avakirin. Li derdora ziyaretgehê dîwarekî kevnar heye û hilweşiya ye. Li vir hin nexşe û xaçên kevnar hene.

Li gorî hin jêderan ev mezar di serdema Yûnaniyan de ji bo îbadeta xwedawend Ziyos bû û piştre veguheriye mezareke Îslamî. Her wiha li gorî hin jêderên din di serdema Romaniyan de di sedsala yekemîn a zayînê de pîrozgeha xwedawendên Jopîter û Sêlîne bûn. Di derbarê navlêkirina wê de wê de hin jêder dibêjin ku di serdema belavkirina Îslamê de navê xwe ji Mihemed Nûfel Berekat wergirtiye.

Her wiha pêkhateya Dirzî jî serdana vê ziyaretgehê dikin.

Ziyategeha Çil Xane

EFRIN-2-20-2018-CIHEN-PIROZI-YEN-EZIDIYAN ‫(5)‬ ‫‬

Li gundê Qîbarê yê girêdayî bajarê Efrînê ziyaretgeha Çil Xane heye û 2 km başûrê gundê Qîbarê di geliyekî çiyayê Lêlûn de dikeve. Mezar weke şikeftên di kevir de hatine kolandin.

Li vê mezarê rê û resmên olî yên Êzdiyan û rojiya çil rojî pêk dihat. Her wiha gelek pêkhateyên din ên herêmê serdana vê ziyaretgehê dikin û hêviyên xwe ji Xweda dikin.

Ziyaretgeha Paşa Adî

Ev ziyaret jî 2 km başûrê gundê Qîbarê û 300 mître li jora ziyaretgeha Çil Xane ye. Ev ziyaretgeh xwedî girîngiyeke mezin li ba Êzdiyan e û rê û resmên xwe yên olî li vir pêk dianîn.

Birca Cindî yek ji deverên balkêş ên ziyaretgeha Paşa Adî ye. Li gorî çîrokên welatiyan ev birc bi şîr û axê hatiye avakirin.

Ziyaretgeha Şêx Rekab

EFRIN-2-20-2018-CIHEN-PIROZI-YEN-EZIDIYAN ‫(6)‬ ‫‬

Ev ziyaretgeh li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrewa ye û ji avahiyeke kevnar û qubeyekê pêk tê û yek ji pîrozgehên sereke yên Êzdiyan e.

Ziyaretgeha Parse Xatûn

Ev pîrozgeh li ser lûtkeya çiyayê gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera bi cih dibe û jêre tê gotin çiyayê Parse Xatûn.

Ziyaretgeha Şêx Hemîd

Ev pîrozgeh jî li başûrrojavayê gundê Qestel Cindo dikeve, Êzdî vê pîrozgehê weke pîrozgeheke taybet bi xwe dibînin û li rex pîrozgehê şûnwarên kevnar ên beriya derketina ola Îslamî hene.

Ziyaretgeha Menan

EFRIN-2-20-2018-CIHEN-PIROZI-YEN-EZIDIYAN ‫(2)‬ ‫‬

Ev pîrozgeh li ser girekî gundê Kefercenê ya navçeya Şera ye û gelek pêkhateyên herêmê serdana vê pîrozgehê dikin û di cejnan de qurbaniyan pêşkêş dikin û hêviyên xwe ji Xweda dixwazin.

Ziyaretgeha Şêx Qeseb

Ev pîrozgeh di navbera gundên Kalûtê û Birc Qasê yên çiyayê Lêçûn de ye û Êzdiyên navçeya Şêrewa serdana vê pîrozgehê dikin.

li navçeya Şêrewa her wiha gelek pîrozgeh û şûnwarên Êzdiyan hene. Weke gundên Kîmar, Berad, Dêr Mişmiş û gelek gundên din.

Hevserokê Yekîtiya Êzdiyan Pîr Şamo Hesen diyar kir ku li herêma Efrînê bêtirî 65 mezarên Êzdiyan hene û ji wan tenê 35 hatine lêkolînkirin.