EFRÎN – Bi darekî parastina bajarê xweBilbilê dike û şerên li gundên derdora wê dişopîne. Ji Erdogan re got “Me dibe ku kurd xaka xwe û çiyayên xwe berdin.”
Welatiyên bi temen û kalepîrên Efrînê jî parstina xaka gund û taxên dxe dikin. LI navçeya Bilbilê ya Efrînê jî welatiyên bi temen ji bo parstina xaka xwe li ser piyane.
Tevî bi dehan top û bombe li ser herêma Efrînê dikevin, tevî vê yekê jî hemû welatî ji bo parstina Efrînê li ser piyane. Welatiyê bi temen ê bi navê Şeban Ehmed (70) yê ji gundekî navçeya Bilbilê bi temen re bi darekî bi komeke din a welatiyên parstina gundê xwe dike. Di heman demê de jî çavdêriya êrîşa li ser gundên derdora xwe dikir.
Ehmed derbarê xebata xwe ya parstinê de got ku e wê parastina herêmên xwe bikin û ev tişt anî ziman: “Erdogan tu diaxive wekî tu dikarî dinyê hilweşîne. Vaye encamên te yên tu pêk tîne. Tu gund, çiya û herêmên sivîl ku zarok tê de ne dibarîne. Artêşa we wê li ber berxwedana gelê me têk biçe. Erdogan û çeteyên xwe welatiyan talan dikin û mal û milkên welatiyan didizin.”
Şeban Ehemd her wiha da zanîn ku e wê heta dawî li ber xwe bidin û ev tişt anî ziman: “Me gelo wê dibe ku kurd dest ji çiya û xaka xwe berdin. Kurd tu carî dest ji xaka xwe bernadin.”