حركة المجتمع الديمقراطي

Bi dengekî zelal Berxwedana Serdemê vedibêjin

649

EFRÎN – Bi dengê xwe yî çiyayî û zelal Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirk vedibêjin.

Li Efrînê her kes nava refên berxwedanê de cih digire. Şervan li eniyan şer dikin, dayîk ji wan re xwarinê amade dikin û dûa dikin ku xwedî welatê wan biparêze. Kal jî çekên xwe hildigirin û gelê xwe diparêzin. Huner û stranbêjî jî rengî cûda dide vê berxwedanê.

EFRIN-BI DENGE-WENI ZELAL (1)

Herdû zarokên bira yên bi navên Ibrahîm û Semîr Umer Mihemed bi dengê xwe yê zelal û çiyayî berxwedana Serdemê geş dikin. Malbata Ibrahîm û Semîr ji Cindirêsê ye û li gel hezaran malbatên Cindirêsê mala xwe terk nekirin û riya berxwedanê hilbijartin.

Ibrahîmê 11 salî û Semîrê 9 salî her rûkenin û bi dengê xwe zelal moral didin gelê berxwedêr.

Herdû bira stranên folklorî yên hunermand Aram Tîgran, Feqiyê Teyran, Cemîl Horo û Bavê Selah dibêjin.

Moral didin gel

Dayîk û bavên wan, Emîne û Umer got ku wa ji zarokên ên ku di bin top û balafirên Tirk de stranan dibêjin, moral digirin.