حركة المجتمع الديمقراطي

Efrînê terik nekir, bi basteyeke biçûk malbata xwe xwedî dike

658

EFRÎN – Farûq Şêxo yên ji gundê Seirnîcak ê navçeya Şera mala wî bû hedefa êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi basteyeke biçûk malbata xwe xwedî dike.

Bi sedan xelkên gundên li ser sînorê di navbera Efrînê û Bakurê Kurdistanê ji berê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xwe spartin navenda bajarê Efrînê.

Malbata Farûq Şêxo yê ji gundê Seirîncak ê navçeya Şera yek ji malbatên ku mala wî bû hedefa balafkirên artêşa Tirk a dagirker.

FAROQ SEXO

Farûq ê 49 salî bavê du zarokan e, Rodî (12) û Mihemed (11), parçeyeke eredê wî li gund hebû, di wê demê de firoşkariya ezingan dikir. Lê ji ber hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser gund neçar ma ku berê xwe da navenda bajarê Efrînê.

Şêxo li vir basteyeke biçûk vekiriye û mêwe û zebzeyan wekî tolik, silk, beqdunis, hindiba, bacan, xiyar, tivir, pirtiqal, gêzer difroşe.  Şêxo rojane di saetên serê sibehê de diçe ser karê xwe yê li suka hal.

Farûq Şêxo ji ajansa me re diyar kir ku ew ji ber balafirên Tirkiyê ji gundê xwe derketin û xwe spartiye Efrînê û got, “Ez tu carî ji Kantona Efrînê dernakevim, min ev basteya biçûk vekiriye da ku malbata xwe xwedî bikin, rojane ez derdora hezar û 500 L.S derdixînim.”