MINBIC – Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê di xwepêşandanekê de êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî karwanê welatiyên Firat û Cizîrê ku derbasî Efrînê dibûn şermezar kirin.
Bi armanca piştgiriya berxwedana serdemê ya Efrînê bi hezaran welatiyên herêmên Firat û Cizîrê di 22’yê Sibatê de berê xwe dan herêma Efrînê. Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ku nikare xwe li hemberî hevgirtina pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ragire, bi hovîtî karwanê welatiyan dema ku derbasî Efrînê dibe topbaran kir. Di encamê de ciwanek şehîd bû û bi dehan weelatî birîndar bûn her wiha ziyanên mezin bi siwareyên welatiyan bûn.
Li hemberî vê hovîtiyê li ser banga Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk duh bi sedan welatiyên bajarê Minbicê xwepêşandanek li dar xistin û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li dijî welatiyên sivîl bi tundî şermezar kirin. Welatî li pêşiya çerxeriya El-Beta ya rojhilatê bajêr kom bûn û wêneyên şehîdên berxwedana serdemê û pankartên bi nivînên weke “Erdogan kujer e”, “Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re”, “Em hemû fedayî Efrînê ne” û alên Meclîsa Sûriya Demokratîk û sembolên Bakurê Sûriyeyê bilind kirin. Welatiyan di xwepêşandanê de bêdengiya civaka navnetewî li hemberî van hovîtiyên Erdogan şermezar kirin.
Xwepêşandêr ber bi qada giştî ve herikîn û durişmeyên dilsoziya bi berxwedana serdemê re diqîriyan. Li qada giştî piştî ku xwepêşandan rawestiyan, li vir piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevserokê Meclîsa Rêveber a Minbicê Îbrahîm El-Qeftan axivî û got ku divê hemû pêkhateyên herêmê li dijî hovîtiya Erdogan asta berxwedana xwe bilind bikin û aramiya li herêmê biparêzin.
Xwepêşandan bi durişmeyên dilsoziya bi berxwedana serdemê ya Efrînê re û darizandina Erdogan bi dawî bû.