QAMIŞLO – Rûspiyên navçeya Til Koçer diyar kirin ku rastî û îradeya gelê Efrînê wê li dijî êrîşkar û dagirkeran bi ser bikevin. Rûspiyan her wiha destnîşan kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe piştgiriya Berxwedana Serdemê bikin.
Rûspiyên navçeya Til Koçer ya kanotna Qamişlo yên hatin bin konê berhevkirina alîkariyan ji bo Efrînê derbarê berxwedana Serdemê de ji ajansa me re axivîn.
Rûspiyên eşîreya El-Raşid a navçeya Til Koçer Mehmûd El-Salih di destpêka axaftina xwe de êrîşa Artêşa Tirk a li ser Efrînê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Ev êrîşa hovane ya li dijî berxwedan û serkeftinên şervanên QSD’ê ya li Reqayê û Dêrazorê pêk hat. Efrînê ku bibû wargeha welatiyên ku ji gelek herêmên Sûriyê koçber bûne bi cih kirin. Erdogan niha dixwaze vê beşê welatê me ku bi hezaran koçber hewanin dagir bike. Em ê bi hemû hêza xwe pişgiriya Efrînê dikin û em dibêjin ku wê Berxwedana Efrînê serbikeve.”
Rûspiyê bi navê Husêm El-Mihemed ê ji navçeya Til Koçer û di heman demê de endamê Meclîsa Zagonsz a Herêma Cizîrê got ku ew ê heta dawî piştgiriya Efrînê bikin û got ku berxwedana gel û şervanên Efrînê ya li dijî çeteyan wê heta serkeftinê bidome û wiha got: “Çeteyên ku bi Artêşa Tirk re êrîşî Efrînê dikin tu têkiliya wan bi Sûriyê re nîne, ew ne welatiyên Sûriyê ne. Em soz didin gelê Efrînê ku em ê jî bi wan re heta dawî li dijî dagirkeran şer bikin û em ê sozdarên riya şehîdan bin.”
Hevserokê Şaredariya Gel a Til Koçer Salih El-Mihêmid got ku berxwedana Efrînê ya li dijî dagirkeran wê heta dawî bidome û wiha dom kir: “Em ê ji Til Koçer û hemû herêmên Rojava piştgiriya Efrînê bikin. Bi malên xwe, çekên xwe û canê xwe em ê piştgiriya Efrînê bikin.”
El-Mihêmid her wiha berxwedana şervanên QSD’ê yên parastina Efrînê dikin silav kir û wiha got: “Şervanên me, hûn rumet û tekoşerên me ne, we ji hemû cîhan re isbat kir ku îradeya gelê me wê têk neçe.”
El-Mihêmid di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt got: “Em xwediyên heqiyê ne, em xwediyên îradeyê ne, îrade û heqî bê guman wê serkevin. Berxwedana gelê me ya li dijî DAIŞ’ê û El-Nusra biser ket wê ya li dijî Artêşa Tirk a dagirker jî bi ser bikeve.”