QAMIŞLO – Hevserokê Yekîtiya Odeya Bazirganiyê yê Bajarê Qamişlo Dewran Enîs diyar kir ku bazirganên Qamişlo ne tene madî, bi awayek manewî jî li gel gelê Efrînê ne.
Rêxistina Mafên Mirovan, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê, Heyva Sor a Kurd û Meclîsa Tenduristiyê di 17’ê sibatê de li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi armanca piştgiriya Efrînê kon vedan. Di heman demê de, ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê di bin kon de îmze têne komkirin. Li gorî rayedaran ev hemle wê 7 rojan berdewam bike.
Yek ji saziyên ku tevlî xebata alîkariya bi gelê Efrînê re bûyî jî Yekîtiya Odeya Bazirganî yê ya Qamişlo ye. Odeya Bazirganiyê ya Qamişlo ji bo alikariya bi Efrînê re hefteya çûyî civînek bi bazirganên Qamişlo re lidar xist û bazirganan eleqeyek mezin nîşanî biryara alîkariya bi gelê Efrînê dan. Ji her beşê bazirganiyê ji bo alîkariya Efrînê seferberiyek hate destpêkirin.
Bazirganan eleqeyek mezin nîşanî alîkariya ji bi Efrînê dan
Hevserokê Yekîtiya Odeya Bazirganiyê yê Bajarê Qamişlo Dewran Enîs êrîşên li ser gelê Efrînê şermezar kir û diyar kir ku yek ji sedemên ketina dagirkeran a Kurdistanê bidestxistina çavkaniyên aborî ye.
Enîs destnîşan kir ku ew wek bazirganên Qamişlo hem awayê madî hem jî manewî li gel gelê Efrînê ne. Enîs anî ziman ku piştî ew alîkariyê kom bikin dê radestî Heyva Sor a Kurd bikin da ku ew jî bigihînin gelê Efrînê.
‘Ne tenê bazirgan divê her kes ji bo Efrînê bikeve nava seferberiyê’
Serokê Navenda Yekîtiya Mutehîtên Avakirin ê Qamişlo Mecît Cuma jî berxwedana gelê Efrînê pîroz kir û wiha axivî“Ev çend salin hêzên dagirker ji aliyê leşkerî, aborî û siyasî ve êrîşî gelê me dikin. Ne tenê bazirgan, em bang li hemû gelê Kurd dikin ku ji bo Efrînê bikevin nava seferberiyê.”
Cuma got ku bi taybet gelê Ewrupa divê here ber deriyê rêveber û saziyên mafê mirovan ên Ewrupî bin û ji wan re bêjin “Zarokên me bi çekên we tên kuştin”.
‘Efrîn parçeyek ji axa me ye’
Serokê Yekîtiya Bazirganiya Otomobîlan Abdullah Suleyman jî anî ziman ku Efrîn parçeyek ji axa wane û wiha pêde çû“Bazirganan nêzîkatiyek germ nîşanî vê kampanya ya alîkariya ji bo Efrînê dan. Ne tenê madî bi manewî jî bi dilek germ pêşwazî kirin. Bê ku rêveberî pêve mijul bibin bazirgan alîkariyê dikin, ji ber ku Efrîn parçeyek ji wan e.”