حركة المجتمع الديمقراطي

Karayilan: Dixwazin bi êrîşa li ser Efrînê komployê nûjen bikin

571

Karayilan: Ew dixwazin bi êrîşa li ser Efrînê re komployê nûjen bikin. Niha gelek heval vê nirxandinê dikin; “Êrîşa li ser Efrînê dewama komployê ye.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan tevlî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû û got, “Mêtingeriya Tirk naxwaze vê rastiyê bibîne. Ya rast, dibîne lê naxwaze li xwe mikur bê. Cîhan dibîne, ew jî naxwaze mikur bê. Bi derewan têkçûna xwe dinixumîne.”

-Destpêkê hûn ji bo vê roja salvegera Komploya Navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdulah Ocalan çi dibêjin?

Destpêkê ez Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê bi tundî şermezar dikim. Li dijî Komployê van qehremanên ku bi dirûşmeya “HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN!” çalakî pêş anîn, xwe feda kirin û wisa di destpêkê de bersiva şoreşgerî dan Komploya Navdewletî, ez di şexsê wan qehremanan de tevahî şehîdên li dijî Komployê têkoşiyan û şehîd ketin bi bîr tînim, soza me dayî wan cardin dubare dikim.

Niha li ser Komploya Navdewletî re 19 sal derbas bûn û vaye ket sala xwe ya 20’emîn. Bi esasî Rêber APO, Komplo bi sekina xwe, bi pêşxistina paradîgmaya xwe li valahiyê xist, vala derxist. Cardin Tevgera me, gerîlayên azadiya Kurdistanê û gelê me li pişt Serokatiyê bi qehremanî sekinîn. Ev 19 sal in bi têkoşîneke pir birûmet Komplo bêencam hiştin. Mirov dikare bibêje îro Komplo vala derketiye û bêencam maye. Nîşana vê, Tevgera me ya Azadiya Kurdistanê îro hîn mezin e, têkoşîn hîn bilind e, xeta Rêber APO hîn serwer e. Ev jî raber dike ku Komplo bi esasî vala hatiye derxistin û bêencam hatiye hiştin. Lê Komplo têk neçûye, hîn neketiye. Ji bo ku hemû zirarên Komployê dayîn û xeteriyên ku niha Komplo hîna jî pêş dixe ji holê rabin, divê Komplo têk biçe. Ji vir û wiha hedef divê ev be. Vê demê raber kir ku, heya Komplo têk neçe azadî çênabe, azadiya Rêber APO pêk nayê. Heya ev sîstema Îmraliyê hebe li Tirkiyê demokrasî çênabe, li herêmê demokrasî pêş nakeve, xeteriya li ser gelê Kurd ranabe, siyaseta qirkirinê ya ku dagirkeriya Tirkiyê li ser gelê Kurd dimeşîne bidawî nabe. Ji bo ku vana bidawî bibin divê Komplo bi temamî têk biçe.

Em, di vê sala 20. de dixwazin têkoşînê li ser vî esasî kûr bikin. Hemû gelê me, hemû dostên me û hemû ciwanên Kurdistanê divê bizanibin ku ji bo xeteriya Komployê bi temamî ji holê rabe, ji bo azadî, demokrasî pêş bikeve lazime em Komployê têk bibin. Yanî valaderxistin têrê nake, têrê nekir. Ev zemanê derbas bûyî ev raber kir.

Vaye niha dagirkeriya Tirkiyê konsepteke nû ava kiriye. Ev konsepta nû bi esasî ji armanca Komployê hîn firehtir e. Lê dixwaze vê konseptê bixe bingeha komployeke nû. Bi êrîşa li ser Efrînê re ev pêvajo destpê kir. Ew dixwazin bi êrîşa li ser Efrînê re Komployê nûjen bikin. Niha gelek heval şîrove dikin, dibêjin ku “Êrîşa Efrînê berdewama Komploya Navdewletî ye”. Ev rast e, feqet konsepta Komployê hatiye firehkirin. Yanî wisa Komplo tenê Serok APO nake hedef. Rast e, niha Serok APO di zîndana Îmraliyê de di nav şert û mercên bêhempa de di bin zextekê de ye, di bin zilmekê de ye. Tiştekî ku bi şewazekî li tu kesî nehatiye kirin, niha li Rêber APO tê kirin, li wir şerek heye û li ser siyaseta me, li ser gelê me êrîşek heye. Ev temam, lê komploya ku dixwaze xwe nûjen bike, armanca xwe hîn fireh kirine. Mesela, armanca xwe tenê ne Efrîn e; dixwaze Şoreşa Rojava hemû ji holê rake. Ango di avakirina Sûriya Nû de Kurdên Rojavayê Kurdistanê statu negirin. Armanca dewleta Tirkiyê ya dagirker ev e. Ji bo vê lazime komployê lidar bixe. ger vê pêk bîne, vê carê wê bixwazibe statuya li Başûrê Kurdistanê jî yan ji holê rake, yan jî tengav bike. Ango dewleta Tirkiyê, konsepta nû bi rê xistî û dixwaze di mîhwera vê konseptê de weke Komploya Navdewletî nûjen bike armanca xwe ev e; hemû destkeftiyên Kurdan ji holê rake. Ji bo ku bikaribe bi rastî siyaseta xwe ya qirkirinê bi ser bixe, niha ev ji bo xwe kiriye armanc.

– Bi taybetî derbarê berxwedana Efrînê de ji bo gel û şervanên Efrînê weke peyam em nêrînê we bigirin.

Berxwedana Efrînê ku mirov çi li ser bibêje wê kêm be. Hem di aliyê şervanan de ev sekina fedaî û bi rastî taktîkên pêş xistîn, şêwazên ku bi rê xistîn pir hêja ye û hem jî gelê Efrînê sekina raber kirî, ji erdê heya ezmên cihê rêzdariyê ye. Gelê Efrînê di vê serdema em tê de dîrokekê dinivîse. Di aliyê têkoşîna gelan de li Çiyayê Efrînê îro dîrok tê nivîsandin. Bi rastî gelê me li Efrînê nimûneyeke pir nû pêş dixe. Yanî civakeke bawermend, bi axa xwe ve girêdayî, welatparêz çawa li hemberî tank, top û êrîşên hewayî yên herî mezin dikare singa xwe vegire? Li hemberî teknolojiya herî bilind îradeya gelan çawa dikare biçe serkeftinê? Nimûneya vê rastiyê îro li Efrînê eşkere dibe.

Li ser vê bingehê ji bo gelê Efrînê em ne yek carî, hezar carî spas dikin, wana pîroz dikin. Her Kurdek divê wisa nêzîk bibe. Ji ber ku ew îro li Efrînê bi kedek mezin, bi cesaretek mezin, bi qehremanî li ber xwe didin û serê me hemûyan pê bilind dibe. Serê hemû gelê Kurd, hemû demokrasîxwazên herêmê, hemû kesên Ereb, Tirk, Tirkmen, Fars, hemû kesên bi rastî li hemberî vê dagirkeriya Tirkiyê bi vê berxwedanê bilind dibe. Serê mirovatiyê bi vê yekê bilind dibe. Ji ber ku gelekî wisa yê biryardar, bi axa xwe ve girêdayî, axa xwe terk nake û wisa şervanên xwe xurt dike. Sekina vî gelî ya li Efrînê şervanan xurt dike. Divê gelê me yê Efrînê bizanibe ku, sekina wan a li wê derê pir watedar e. Ji ber ku şervan li vê dinêre, jê cesaret digire, jê îlham digire û hîn zêde qudret pê re çêdibe, hêz pê re çêdibe, cesaret pê re çêdibe. Îro belkî gelê me di navenda Efrînê de ye, belkî niha li Cindirêsê di qebûyan de ye, lê ew sekinandina wan li wir di cengê de, di qada şer de dibe cesaret, dibe hêz û wisa egîdiya jin, egîdiya zilam li wir pêş dikeve. Bi rastî berxwedaneke gelêrî heye. Berxwedaneke kolektîf heye. Şerekî gelêrî heye. Vî şerî her kes dike. Bi qasî min lê nihêrî, tenê şervan şer nakin, esas gel hemû şer dike. Her kes bi rêbazekî şer dike. Hinek diaxivin, hinek mewziya xwe diparêzin, hinek ji gundê xwe naçin, hinek şer dikin, hinek agahiyê didin, hinek nan çêdikin, hinek avê tînin û hwd. Her kesek tiştekî dike. Em vê di dîmenan de dibînin û di dîmenan de wisa dixuye.

Yek jî, rast e, li derve, ji dûr ve axaftin belkî hêsan were. Bila gelê me qusûrê nenêre, lê em rewşa wana baş fêm dikin. Belkî em ne li wir in, lê li wir çi fedakarî tê kirin em dizanin. Bi çi cesaret û qehremaniyê li wir têkoşîn tê kirin em hîs dikin. Gelê me, wekî min berî niha jî got, dîrokekê dinivîse. Berxwedaneke serdemê ya dîrokî li wir pêş dixe. Ji bo wê, bi rastî ji bo tevahî hêzên demokrasiyê, azadiyê nimûneyeke pir balkêş e. Şehîd dan, şehîdên ji gel dan. Ew şehîd gişt şehîdên şoreşê ne, şehîdên vî gelî ne. Di oxira axa pîroz de xwîna xwe rijandine. Ji vê hêjatir û birûmetir tiştek nîn e. Ew her tim taca serê me ne, taca serê vî gelî ne. Ji bo wan rûmet û şerefek e.

Gelê Efrînê yê qehreman, li kêleka wana şervanên wan ên bişeref îro ji tevahî dinyayê re peyamê dişînin. Li hemberî vê, li kêleka vê divê em weke Kurd hem weke Tevger, hem jî weke gel çi li ser me dikeve divê em wê bikin. Kî çi li ser dikeve, em wê bikin. Hemû ciwanên Kurd, hemû gelê Kurd, hemû xelkên herêmê divê li hemberî vê fedakarî û qehremaniya şervan û gelê Efrînê bêdeng nemînin. Eger mirov bêdeng bimîne, dîrok wê mirov dadgeh bike. Ji bo wê her ciwanek, her jineke Kurd, her zilamekî Kurd, her ciwanekî/e Kurdistanê mutleqa pêwîste di vê der heqê de erka xwe pêk bîne.

Îro li Ewropa gelê me çalakvaniyê pêş dixe. Duh mîtingeke pir mezin li Strasbûrgê ji bo şermezarkirina 19. Salvegera Komploya Navdewletî û ji bo êrîşkariya li ser Efrînê çêkirin. Fedakariyeke mezin e, em hemûyan pîroz dikin. Em hemû kesên beşdarî van çalakiyan dibin pîroz dikin. Lê divê em hîn zêde hinek tiştan bikin. Hîn zêde tiştên ku mirov li hemberî vê qehremanî û fedakariya Efrînê bike, hene. Bi taybetî gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, li gorî min xelkên li aliyê Kobanê, Cizîrê, heta yên Minbicê, Reqayê, Tebqayê weke xelkên hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê tenê li gel xwe meş bikin û wisa piştevaniyê bikin, ev têrê nake. Divê ew jî bi girseyî biçin Efrînê. Carekê çûn, divê hîn zêde li wir bimînin. Yanî divê hîn zêde piştevaniyê bikin, hîn zêde hevbeşiyê pêş bixin. Ev erk dikeve ser her kesî.

Bi rastî dema mirov axaftinên wan dayikan guhdar dike, axaftinê wî ciwanê hêja, wî generalê pêşerojê guhdar dike, em bi xwe ji xwe re dibêjin ku, mirov ji bo xatirê vî gelê wisa xoşewîst û hêja ne carekê, sed caran jî xwe feda bike, dîsa di cih de ye. Bi rastî jî wisa ye. Li Efrînê gelekî pir hêja heye, fedakariyeke pir mezin heye. Em niha hewl didin ku bi rastî çawa mirov li hemberî vê qehremaniya wana li cihê xwe erka xwe bike, berpirsiyariya xwe pêk bîne. Ev ji bo her kesî divê wisa be.

Ez bawerim ruhekî neteweyî li her cihî çêbûye, kelekelek heye. Di pêşengiya gelê Efrînê de îro di giştî Kurdistanê de kelekelek heye. Em bawerin ev kelekel wê cardin di pêşengiya wan şervanên qehreman û gelê Efrînê yê qehreman û bi şeref de bigihe serkeftinê, bigihe encamê. Ev meş, meşa demokrasiyê ye, meşa azadiyê ye, meşa xuşk û biratiya gelan e, meşa pêşeroja Rojhilata Navîn e. Wisa hêja ye. Gelê me îro li Efrînê pêşengiya vê dike. Divê ew bi vê yekê serbilind bin. Belkî berdêl didin, şehadet çêdibin, lê rûmetek mezin jî ava dibe, jiyan dikin. Gelê me û her kesek li pişt wana ye. Ew ne bi tenê ne û wê bi ser bikevin. Hêvî û baweriya me ev e.

Em bi vê hêvî û baweriyê cardin ji bo tevahî berxwedêr û gelê Efrînê silav û rêzên xwe pêşkêş dikin.