EFRÎN – Şêniyên navçeya Şiyê diyar kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derkevin û parstina herêmên xwe bikin. Welatiyan leşkerên Tirkiyê weke newêrek binav kirin.
Welatiyên navçeya Şiyê ya Cindirêsê ya Efrînê ku ji beriya mehkê ve dibin topbaran û bombebarana Artêaş Tirk de ne ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ew ê di hemû şert û mercan de liber xwe bidin û parstina herêmê bikin.
Welatiyê bi navê Mihemed Yûsif derbarê mijarê de got ku şêniyên navçeya Şiyê ji roja yekem a êrîşan de li ber xwe didin û ev tişt anî ziman: “Berûvajî hin îdayên ku hin derdor derdixin, welatî ji navçeyên xwe derneketine. Tevî ziyana mezin ku di mal û milkên wan çêbû jî wan dest ji malên xwe bernadin.”
Yûsif, di berdewama axaftina xwe de jî bibîr xist ku Artêşa Tirk ku çete ji Idlib, Şehbe û deverên din ên Sûriyê kom kirine wan di êrîşa li ser Efrînê de bi kar tîne û wiha dom kir: “Lê tevî wê gaveyekê jî nikarin pêş ve werin. Ji ber vê yekê êrîşî sivîlan dikin”
Welatiyê bi navê Emîn Xelîl yê ji Şiyê jî bal kişand ser berxwedana hemû pêkhateyan û ev tişt anî ziman: “Em kurd û ereb bi hev re jiyan dikin. Tu cûdahî di navbera me de nîne, niha jî em bi hev re li ber xwe didin.”
Welatiya bi navê Asaya Kîlo jî da zanîn ku ew ê tu carî dest ji xaka xwe berndin û dê li kêleka şervanan parstina herêmên xwe bikin û ev tişt anî ziman: “Em ê zarokên xwe yên parstina Efrînê dikin, bi tenê nehêl in. Em ê tu carî dest ji xaka xwe bernedin. Em ê bostek xaka xwe jî ji Artêşa Tirk re nehêl in.”
Welatiyê bi navê Mihemed Bekir pirsyar kir û got gelo rêxistinên mafê mirovan li ku derê ne û ev tişt anî ziman: “Gelo saziyên mafê mirovan hene, me bi wan bihîstiye, lê em wan li ser erdê nabîn in, tiştê Artêaş Erdogan li Efrînê dike, nabînin. ma nabînin ku hemû tiştî dişewitînin.”
Welatiya bi navê Fatma Xatûn jî ev tişt anî ziman: “Ji me re ne xeme ku navçeya me nêzîkî sînor e. Her ku êrîşên wan zêde dibin, wê berxwedana me jî zêde bibe. Em ê dest ji xaka xwe bernedin. Em ê li dijî Artêşa wan a wêrankar ku mal û milklên me wêran dikin li ber xwe bidin.”