حركة المجتمع الديمقراطي

‘Şîlan û rêhevalên wê çirûska serhildana Kurdan vêxistin’

673
QAMIŞLO – Xwîşka têkoşer Şîlan Baqî, Qudret Baqî diyar kir ku şehadeta Şîlan û her çar rêhevalên wê, hişt ku gelê Kurd bêtir hişyar bibe û li dijî rêjîma Baasê li ber xwe bide û da zanîn ku rihê têkoşer Şîlan û rêhevalên wê hê jî zindî ye ji ber ku “wan bi têkoşîna xwe çirûska serhildanê li ba giştî gelê Kurd vêxistin”.

Îro salvegera 13’emîn a şehadeta Endama Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têkoşer Şîlan Baqî (Meysa Baqî) û rêhevalên wê Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl e ku di komployeke hevbeş a herdu rêjîmên Sûriye û Tirkiyeyê de di 29’ê Mijdara 2004’an de li bajarê Mûsilê dema ku peywira xwe li ser sînorê di navbera Îraq û Sûriyeyê de pêk dianîn, hatin şehîd xistin.

Girêdayî mijarê, xwîşka têkoşer Şîlan Baqî, Qudret Baqî behsa kurtejiyana têkoşîna şehîd Şîlan ji zaroktiya wê heta şehadetê kir.

Qudret Baqî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku şehîd Şîlan di sala 1971’an de li gundê Kûr Elî ya kantona Kobanê ji dayîk bûye û da zanîn ku têkoşer Şîlan ji zaroktiya xwe ve xwedî kesayeteke balkêş û xwedî vîneke azad bû û li hemberî zihniyeta eşîrtiya paşverû û desthilatdar derdiket. Têkoşer Şîlan bi awayekî veşartî ji gund derdiket da ku biçe dibistana xwe ji ber ku di wê demê de civaka paşverû ya gund qebûl nedikirin ku jin xwendina xwe bikin.QAMISLO-KURTE JIYANA-SEHIDE-SILAN (3)

Qudret Baqî piştrast kir ku têkoşer Şîlan li hemberî sîstema eşîrtî ya paşverû bi israr li ber xwe da û hişt ku malbata wê  li hemberî biryara wê rêzdar be û vê yekê hişt ku dibistana xwe temam bike. Her wiha di encamê de ji aliyê bav û dayîka xwe û hemû xizmên xwe ve were hezkirin û got ku têkoşer Şîlan gelekî ji temenê xwe mezintir bû û danûstandina wê weke zarokekê nedihat kirin.

Di dibistanê de serkeftî bû û zihniyeta malbata xwe guhert

Qudret Baqî zaroktiya têkoşer Şîlan ya dibistana seretayî ya li Kobanê û dibistana navîn li Helebê bi bîr anî  û got ku sal bi sal di dibistana xwe de serkeftî bû û karibû zihniyeta malbata xwe biguherîne da ku li pêşiya xwendina jinan nebin asteng.

Her wiha da zanîn ku têkoşer Şîlan bi rêbazên xwe yên taybet karibû her kesî ji xwe ve nêzîk bike û rê li pêşiya hemû jinên ciwan ên Kobanê vekir ku bi israr beşdarî dibistanan bibin û xwendina xwe bikin.

Têkoşer Şîlan di sala 1980’yî de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir û di wê demê de li bajarê Helebê beşdarî koma Agirî ya hunerî bû ku yek ji damezrênerên koma hunerî bû. Qudret Baqî got ku têkoşer Şîlan piştî ku fikra Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nas kir karibû zihniyeta malbata xwe ya eşîrtiya paşverûtî biguherîne.

Her wih da zanîn ku têkoşer Şîlan  xwedî kesayeteke xurt bû û ti carî serê xwe ji zulm û desthilatdariyê re neditewand û wiha got: “Têkoşer Şîlan her tim li hemberî desthilatdariyê li ber xwe didan û ji bo xurtkirina vîna azad a jinan bi israr bû û bi awayekî berdewam şerê zihniyeta civakê ya heyî dikir. Em dikarin bêjin ku têkoşer Şîlan ji zaroktiya xwe ve li hemberî zihniyeta desthilatdar li ber xwe dida. Her tim digot divê jin xwedî biryara xwe be û divê vîna xwe xurt bike û ji xwe ji bin qeydên sîstema baviksalariyê rizgar bike.”

Têkoşer Şîlan Baqî di sala 1988’an de fermî beşdarî nava xebatên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe û di destpêkê de beşdarî perwerdeyeke akademiya Mahsûm Qurqmaz bû û li qadên Lubnan û Sûriyeyê dest bi xebatên xwe kir. Di sala 1991’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û têkoşîna xwe li wir domand.

Piştî 14 salan rastî xwîşka xwe hat

Qudret Baqî diyar kir ku piştî têkoşer Şîlan di sala 1988’an de beşdarî nava xebatên Tevgerê bû wan hevûdu winda kirin û piştî 14 salan ew jî beşdarî nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû û wê demê rastî xwîşka xwe hat.

Qudret wiha behsa bîstika hevdîtina xwe bi xwîşka xwe re kir: “Destpêkê ez bi telefonê bi têkoşer Şîlan re axivîm, lê wê dengê min nas nekir, lê min ji ber heyecana dilê xwe bawer nedikir ka ez di xewnekê de me yan rastiyê jiyan dikim. Hêviya têkoşer Şîlan ew bû ku min weke jineke xurt bibîne. Dema ku ez dîtim bi destên min girt weke ku ez zarokekim û ez ê winda bibim. Di wê demê de wiha ji min re got, ‘Gelo rast e tu niha li rex min rûniştiye!?’ dema min evan gotin ji wê bihîstin ji ber coşa xwe min giriya.”

‘Têkoşer Şîlan dibistana jiyanê bû’

Qudret Baqî got ku têkoşer Şîlan dibistaneke jiyanê bû û dema vegeriyaye Rojava da ku têkoşîna xwe li wir bidomîne jêre wiha gotiye: “Ez şoreşger im, eger ez bi çavên xwe mirinê bibînim ez jê narevim, ji ber ku ez ji bo gelê xwe têdikoşim û ti carî ez gava xwe paşve navêjim.”

Qudret di berdewama axaftina xwe de got ku têkoşer Şîlan di aliyê bîrdoziya jinan û jinolojî de gelekî jêhatî bû û xwedî tecrûbe bû û armanca wê tenê serkeftin bû û wiha domand: “Têkoşer Şîlan bi riya têkoşîna xwe hewl dida serkeftina nasnameya jinan pêk bîne û armanca wê ya jiyanê azadiya jinan bû.”

Di Îlona 2003’an de PYD’ê kongereya xwe ya damezrîner li dar xist û têde têkoşer Şîlan weke endama komîteya navendî ya PYD’ê hate hilbijartin, rêjîma Baasê jî ji bo têkoşer Şîlan bigire xebatên xwe zêde kirin û ragihand ku kesê agahiyekê di derbarê wê de bide dê xelatekê pêşkêşî wî bike.

Qudret behsa komploya li dijî têkoşer Şîlan û her çar rêhevalên wê kir û wiha got: “Dema ku şehadet li ser destên sîstemên desthilatdar ên weke rêjîmên Sûriyeyê û Tirkiyeyê be, baş bizanibe ku têkoşer Şîlan û her çar rêhevalên wê barekî giran li milên van herdu rêjîman bû û li pêşiya hovîtiya wan a tunekirina gelê Kurd bibûn asteng. Ev yek jî diyar dike ku bê guman serkeftin a gelê Kurd e.”

Xwîşka têkoşer Şîlan Baqî, Qudret Baqî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şehadeta têkoşer Şîlan û rêhevalên wê Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl hişt ku gelê Kurd bêtir hişyar bibe û li hemberî rêjîma Baasê li ber xwe bide û dest bi serhildana xwe bike. Rihê têkoşer Şîlan û rêhevalên wê hêjî zindî ye ji ber ku wan bi xwîna xwe çirûska serhildana gelê Kurd vêxistin. Bi saya têkoşîna şehîd Şîlan û rêhevalên wê riya têkoşînê dê were domandin û bê guman serkeftin para gelê me ye.”