حركة المجتمع الديمقراطي

Xerîb Hiso: Tu kes nikare roja gelên azad tarî bike

656

Xerîb Hiso destnîşan kir ku gefên dewleta Tirk ên dawî ya dagirkirina kantona Efrînê ne ji îro de ye, ev çend salan gefan dixwe û aramca xwe jî tunekirina  gelê Kurd e.

‘Tirkiyê dixwaze projeya Netewa Demokratîk têk bibe’

Hiso wiha dewam kir:”Em tekez dikin ku dewleta Tirk nikare Efrînê dagir bike û dixwazin bi rêya polîtîkeya şerê taybet projeya neteweya demokratîk a xwe dispêre sîstema Federaliya Demokratî ku gelên herêmê îlan kirine û li dijî berjewendiyên Tirkiyê yên zindîkirina serdema Osmaniyan e, têk bibe”.

‘Kes nikare  roja gelên azad tarî bike’

Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê bi lêv kir ku li Rojava gel bi baweriyeke xurt ber bi azadiyê ve diçe û tu kes nikare  roja gelên azad tarî bike ku cangoriyên giran buha dane.

‘Tirkiyê ber  bi têkçûnê ve diçe’

Xerîb Hiso pirs kir ku dewleta Tirk nikare pirsgirêkên xwe çareser bike, wê çawa çareseriyan ji dewletên cîran re û bi tayebt Rojava ku bi pêş dikeve û ber bi civaka azad ve diçe, peyda bike?. Xerîb got ku dewleta Tirk bi van siyaset û kiryarên xwe yên dijî demokratîk û azadiyê ber bi têkçûn ve diçin.

‘Dewleta Tirk tecrûbeya xwe ya wêrankirin, kuştin û tunekirinê heye’

Hiso destnîşan kir ku dewleta Tirk tecrûbeya xwe ya wêrankirin, kuştin û tunekirinê heye û bi zimanê bi danûstandinê nizane û wiha pê de çû:”Ji gelek sedsalan ve dewleta Tirk van kiryaran dimeşîne û armanca xwe ya yekemîn û esasî jî dagirkeriye. Em  ji hemû cîhanê re tekez dikin ku me çawa wan hovîtiya DAIŞ’ê li kelaha berxwedanê Kobanê şikandine û li taxa Şêxmeqsûd bi ser ketine, dê hovîtiya êrîşkarên li dijî Efrînê jî bişkînin.”

Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Xerîb Hiso got ku gelê Efrînê soza parastina axa xwe daye û encam çi dibin bila bibin wê axê biparêzin ji ber ew xwediyê vê axê ne.