حركة المجتمع الديمقراطي

Qonaxa piştî rizgariyê û vejandina jiyana taxên rojhilatê Helebê

716
  Piştî ku roja azadiyê li ser welatiyê taxên rojhilatê Helebê hilhat û welatiyan rastiya azadiyê nas kirin, xwestin jiyana xwe ji nû ve birêxistin bikin û li ser bingeha rêgezên netewa demokratîk xwe birêve bibin û ji siyasetên desthilatdariyê yên serdema rêjîma Baasê û komên çete dûr bikevin. Piştî salekê ji rizgarkirina van taxan tabloyeke mozayîka rêveberiyê ku ji aliyê hemû pêkhateyan ve tê birêvebirin hate nexşandin.

HELEB-SEX MEQSUD (7)

Piştî ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) taxên rojhilatê Helebê rizgar kirin û welatiyên van taxan ji bin dorpêça komên çete rizgar kirin. Nemaze evan welatiyan jiyaneke dijwar li gel kêmbûna pêdiviyên jiyanî derbas dikirin, di heman demê de embarên komên çete bi madeyên xwarinê yên cûda ku ji rêxistinên mirovahî li ser navê welatiyan werdigirtin, dagirtî bûn.

Di yekemîn salvegera rizgarkirina van taxan de, welatiyên van taxan gelek destkeftî bi dest xwe ve anîn. Em ê di vê dosyeyê de hewl bidin xebatên ku meclîsê û saziyên sivîl pêşkêş kirine vebêjin.

Avakirina meclîsan pêngava destpêkê ya taxên rojhilatê Helebê bû

Li ser bingeha avakirina rêgezên biratiya gelan di navbera pêkhateyan de û weke gaveke destpêkê ya mafên azadiyê ku neyînî li ser welatiyan vegeriya û di encamê de şerekî xwîndar derket û bi sedhezaran ji welatiyên sivîl bûn qurbaniya vî şerî û hêjî buhaya wê didin. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a taxa Şêxmeqsûd alîkarî li gorî derfetên xwe ji welatiyên van taxan re berhev kirin, tevî ku taxa Şêxmeqsûd bi xwe ji aliyê komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê û rêjîma Sûriyeyê ve di nava dorpêçê de bû.HELEB-SEX MEQSUD (3)

TEV-DEM’ê di destpêka rizgarkirina van taxan de pêdiviyên sereke ji welatiyên van taxan re peyda kirin, da ku welatî karibin ji nû ve jiyana xwe dest pê bikin û hinaseya xwe piştî 8 mehan ji dorpêçeke giran werbigirin.

Piştî demekê ji rizgarkirina van taxan TEV-DEM’ê li ser daxwaza welatiyan meclîsên van taxan di nîvê meha Kanûnê de ava kirin, da ku welatî karibin rêveberiya xwe bi xwe bidin meşandin bêyî ku ti alî destwerdana wan bikin û di demeke kurt de 8 meclîsên ku ji aliyê welatiyan ve hatine hilbijartin ava kirin. “Hulok jorîn, Hulok jêrîn, Şêx Xidir, Şêx Faris, Bustan Paşa, Heyderiyê, Zêtûnat û Bihêdîn.”

Piştî ku van meclîsan misyonên xwe wergirtin, serjimariyeke welatiyan çêkirin û nîqaşên bi welatiyan re pêş xistin da ku karibin jiyaneke xwe ya hevbeş dûrî desthilatdariyê ava bikin. Her yek ji misyonên meclîsan ew e ku kartên malbatan çêbikin da ku karibin alîkariyan bi awayekî sîstematîk werbigirin û bêtir bêne birêxistinkirin.

Piştre navenda TEV-DEM’ê li van taxan hate avakirin û hevserokên wê hatin hilbijartin da ku çavdêriya van meclîsan bike û alîkariya welatiyan bike da ku bi hêsanî vegerin malên xwe û jiyana xwe ji nû ve vejînin. Her wiha ji bo parastina ewlehiyê û aramiyê hevkariya hêzên Asayîşê di vê mijarê de hate kirin.YASIR HEMDUN

Girêdayî mijarê Hevserokê TEV-DEM’ê yê taxên rojhilatê Helebê Yasir Hemdûn ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re axivî û wiha got: “Me weke endamên TEV-DEM li taxên rojhilatê Helebê xebatên xwe bi rêk û pêk dane meşandin. Ji destpêka rizgarkirina van taxan ve me erka birêxistinkirina welatiyan girt ser milên xwe. Hemû xebatên me ji bo xizmeta civakê ye û armanca me avakirina civakeke exlaqî ye ku bi awayekî demokratîk hatiye birêxistinkirin da ku her kesek bi erk û peywira xwe di civakê de rabe.”

Di demeke kurt de li 8 taxan gavên mezin ên xizmetguzariyê hatin avêtin

Dema ku taxên rojhilatê Helebê hatin rizgarkirin, tiştekî ku têde nîşanî jiyanê dide tune bû, toreyên av û kehrebeyê hatibûn hilweşandin. Ji salekê ve heta niha şaredariya gel a taxên rojhilat xebatên xwe ji bo sererastkirina toreyên av û kehrebeyê bê navber dimeşînin. Şaredariyê her wiha xebatên xwe yên rakirina bermahiyên hilweşandî yên şer didomîne.

Tevî hemû kêmderfetan û kêmbûna alavan, şaredariyê gelek hemleyên paqijkirinê dane meşandin da ku welatiyan ji nexweşiyan biparêze. Di çarçoveya kar û xebatê şaredariyê de li taxa Hulok a jêrîn parka “Rêber Abdullah Ocalan” hate vekirin û xweşikbûyînek li taxê zêde bû.HELEB-SEX MEQSUD (10)

Şaredarî her wiha ava vexwarinê ji welatiyan re peyda dike û bi riya ceneratoran jî kehrebeyê ji welatiyan re peyda dike.

Pêşxistina rewşa tenduristî

Di bîstikên destpêkê yên rizgarkirina taxên rojhilatê Helebê, Heyva Sor a Kurd a bajarê Helebê kadroyekî tenduristiyê ji taxa Şêxmeqsûd sand taxên rizgarkirî da ku destwerdana rewşên lezgîn bikin. Di wê demê de pêwîstiya taxa Şêxmeqsûd jî bi kadro û alavên tendirstiyê zêde bû.

Piştî demeke kurt, Heyva Sor a Kurd naveneke tenduristî li taxên rojhilatê Helebê vekir û deriyê pêşwaziya xebatkarên dildar ên ku dixwazin alîkariya welatiyan bikin vekir û di encamê de hejmara kadroyên tenduristî di vê navendê de 15 kes derbas kir û xebatên xwe bi şev û roj domandin. Vê navenda tenduristî tevî hemû kêmderfetan û tunebûna alîkariyeke ji aliyê rêxistinên mirovahî ve rojane herî kêm pêşwaziya 200 nexweşan dike.

Navenda tenduristî niha jî ji ber kêmbûna kadroyeke pispor û bijîşkan û kêmbûna dermanan rastî astengiyan tê.GULISTAN EBDO

Di vê derbarê de Endama Heyva Sor a Kurd ku yek ji damezrênerê navenda tenduristiyê ya li taxên rojhilatê Helebê Gulîstan Ebdo diyar kir ku di destpêkê de zarok û temen mezin li pêşiya çavên wan jiyana xwe ji dest didan bêyî ku karibin alîkariyekê pêşkêşî wan bikin û wiha domand: “Vê rewşa dijwar israra me ya girêdana bi berxwedanê re zêde kir û bê ferq û cûdahî me li gorî derfetên di destên me de me alîkariya welatiyan dikir.”

Niha di vê navenda tenduristiyê de beşên nû yên weke kilînîka diranan, nexweşiyên jinan, nexweşiyên zarokan, nexweşiyên giştî û destwerdanên lezgîn hatine vekirin û di pilansaziyê de ye ku navendê hêjî pêş bixînin.

Armanca saziyan pêşxistina civakê ye

Li rex saziyên çalak, Meclîsa Sûriya Demokratîk buroyeke Jinên Sûriyeyê li taxa Hulok a jorîn vekir, her wiha PYD’ê jî buroyeke xwe li taxa Heyderiyê vekir û xebatên xwe ji bo pêşxistina hişmendiya civakê û ji bo civak karibe biryara xwe bi xwe bistîne didin meşandin.HELEB-SEX MEQSUD (2)

Kongra Star jî 4 navendên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û perwerdekirina jinan û pêşxistina hişmendiya wan di hemû aliyên jiyanê de vekirin. Her wiha ji bo jinên taxê karibin bi rola xwe ya çalak beşdarî avakirina civaka xwe ya azad û demokratîk û piralî bibin.

Yekîtiya Ciwanên Rojava jî li taxa Heyderiyê navendeke xwe vekir û perwerdekirina nifşa ciwanan girt ser milên xwe û di encamê de bêtirî 70 ciwan beşdarî kar û xebatên navendê bûn. Her wiha gelek komîteyên girêdayî TEV-DEM’ê hatin avakirin da ku ciwanan li ser rêgezên netewa demokratîk perwerde bikin.

Sibe.. Ji durindeyê rizgar bûn û beşdarî parastina mafên xwe bûn

(jh)

ANHA