حركة المجتمع الديمقراطي

Salvegera rizgarkirina taxên rojhilatê şîn bi şahiyan hatin guhertin

668

HLB-SAHI-LI-HELEB-JI-BO-SELVEGERA-REZGARKIRINA-TAXIN-ROJHELAT-HELEBE (5)

Weke îro beriya salekê, şervanên Yekîneyên Parastina Gel/Jin (YPG/J) rizgarkirina 8 taxên rojhilatê Helebê ragihandin û aramî dîsa ji van taxan re vegerandin. Bi vê boneyê Meclîsa Sûriya Demokratîk bi hevkariya meclîsên taxên rojhilatê Helebê şahiyeke mezin lidarxistin.

Di şahiyê de bi sedan welatiyên van taxan ên ji hemû pêkhateyan beşdar bûn, her wiha endamên fermandariya YPG’ê, YPJ’ê, Hêzên Asayîşê, Hêzên Parastina Civakî, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê, Rûspiyên eşîrên bajarê Helebê, Kongra Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsên taxên rojhilatê Helebê û Meclîsên herdu taxên Benî Zêd û Eşrefiyê beşdar bûn.

Beşdar bi cil û bergên xwe yên folklorîk beşdar bûn û vê yekê rengîniyeke mozayîk li şahiyê zêde kir. Şahî li salona Şêxmeqsûda Nû ya li devera Şiqeyêf hate lidarxistin. Salona şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên berxwedana Helebê û alên YPG’ê, YPJ’ê û Meclîsa Sûriya Demokratîk hatibû xemilandin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Endamê Fermandariya YPG’ê yê bajarê Helebê Şervan Efrîn, Hevserokê Meclîsa Sûriya Demokratîk a bajarê Helebê Murhî El-Şiblî, li ser navê eşîra Xefacê ya Helebê Ebûd Mehristî, hevserokê TEV-DEM’ê yê taxên rojhilatê Helebê Yasir Hemdûn, Endamê Meclîsa taxên rojhilatê Helebê Umer El-Hayik, Endamê PYD’ê yê Helebê Elî Istêrvan û Endama Kongra Star Asya Mihemed axivîn.

Axaftvanan yekemîn salvegera rizgarkirina taxên rojhilatê Helebê li giştî gelê Sûriyeyê û bi taybet li welatiyên van taxan û Rêberê Netewî Abdullah Ocalan û şervanên YPG’ê û YPJ’ê pîroz kir û diyar kirin ku bi saya xwîna şehîdan welatiyan van taxan piştî 6 salan ji jiyana trajedîk hatin rizgarkirin.HLB-SAHI-LI-HELEB-JI-BO-SELVEGERA-REZGARKIRINA-TAXIN-ROJHELAT-HELEBE (7)

Di axaftinan de her wiha pesna rola welatiyên sivîl ên taxên rojhilatê Helebê hate dayîn û hate gotin ku xwe birêxistin kirin û zemîna rêveberiya xweser a li gorî rêgezên netewa demokratîk ku xwe dispêre fikra Rêber Abdullah Ocalan ava kirin.

Paşê komên girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Helebê dîmenên folklorîk ên pêkhateyên herêmê pêşkêş kirin, her wiha beşdaran jî li ber stranên şoreşgerî xelekên dîlanê gerandin.

Welatiyên beşdarî şahiyê bûne serfiraziya xwe bi serkeftina YPG’ê û YPJ’ê anîn ziman û soza şopandina riya şehîdan dan.

Şahî bi stranên şoreşgerî û xelekên dîlanê û tilîliyên dayîkan bidawî bû.