Şervanê HPG`ê Beşîr Îsa (Hogir Baran) li Baûşrê Kurdistanê li bajarê Kerkûkê di 16`ê Mijdarê de şehîd bibû.
Cenazeyê şehîd Hogir Baran îro gihîşt nexweşxaneya bajarê Dêrikê ya Rojava û ji wir bi karwanekî bi erebeyan ber bi Goristana Şehîd Dilşêr a navçeya Tirbespiyê ve hate rêkirin.
Cenazeyê şehîd Hogir ji aliyê şêniyên navçeya Tirbespiyê ve hate pêşwazîkirin. Li gorisanê merasîma oxirkirinê bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê ve hate destpêkirin.
Paşê, yek ji fermandarên YPG`ê Harûn Lewend, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Qehreman Mihemed û Rêveberê TEV-DEM`ê Saîd Sîpan di merasîmê de axivîn û sersaxî ji malbata şehîd Hogir Baran re, xwestin.
Qehreman Mihemed di axaftina xwe de got bi rêzgirtin hemû şehîdan bi bîrtînin û salvegera 39`emîn a damezirandina PKK pîroz kir.
Her wiha di axaftinan de behsa tekoşîna HPG`ê ji bo azadî û destekdayîna hemû pêkhateyan li her çar parçeyên Kurdistanê hate, kirin.
Di axaftinan de hate gotin ku şehadeta şehîd Hogir tekez kir ku Kurdistan yek parçe ye û pêwîste her kes parastina wê bike. Her wiha soza şopandina riya şehîdan hate nûkirin.
Bi navê malbata şehîd Hogir birayê wî Elî Îsa wiha axivî:”Em soz didin ku em ê heta dawiyê li ser riya şehîdên xwe bimeşin”.
Di dawiyê de nasnameya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Paşê, girseya gel cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re defin kirin.
Hêjaye gotinê ye ku 3 zarokên şehîd Hogir di nava Hêzên Parastina Gel (HPG) de cih digrin.