حركة المجتمع الديمقراطي

Hevbendiya Niştîmanî bi hêztirîn lîsteyê re pêşbirkê dike  

612

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a hilbijartinan “Rêveberiyên herêmî” aliyên siyasî yên Bakûrê Sûriyeyê li gorî lîsteyên hilbijartinan ku tevlî bûne, amadekariyan dikin.

LISTA-HEVBEND (2)

Lîsteya “Hevbendiya Niştimaniya Kurd li Sûriyeyê” jî beşdarî hilbijartinan dibe. Partiyên ku cihê xwe di nava vê lîsteyê de digrin ev in: “Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriye, Partiya Çep a Kurd li Sûriye, El-Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriye, Pariya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriye (yekîtî)”

Têkildarî mijarê namzetên lîsteya Hevbendiya Niştimanî ji ANHA’yê re axivîn û destnîşan kirin ku hilbijartinên rêveberiya herêmî gavekî girîn a ber bi azadiya gelan ve ye û ji ber vê ew tevlî hilbijartinan bûne.

Namzeta bi navê Zehîde Alareşî dibîne hilbijartin mafekî rewa ji mafên gelên Bakurê Sûriyeyê ye û dibêje “Em jî beşek ji Federaliya Bakurê Sûriyeyê ne. Ev projeya federaliyê bûye tekane çareseriye ji bo tevahiya pirsgirêkên Sûriyeyê.”LISTA-HEVBEND (1)

Zehîde got armancên herî girîng ên lîsteya Hevbendiya Niştimaniya Kurdistanê bibîr xist û girîngî da xebatên xizmetgozariyê û xizmeta gel.

Zehîde tekez kir ku ew tevlî hilbijartinan bûne û bi lîsteya herî bi hêz a “Netewa Demokratîk” re di nava pêşbirkê de ne. Ev yek jî li gorî wê, nîşaneya zelal bûn û demokrasîbûyîna van hilbijartinan e.

Zehîde  Alareşî di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku berê xwe bidin sendoqên dengdanê û namzetên xwe hilbijêrin.

Namzetê bi navê Ebdulcelîl Ebas jî dibêje ku welatiyên herêmê di serdema rêjîma serdest a ji mafên xwe yên herî biçûk bê par mabûn. Ebdulcelîl bal kişand ku armancên wan ên sereke, xizmetkirina gel e.

Ebas bal kişand ser wê yekê ku ew bi hestên xwe yên niştîmanperweriyê beşdarî hilbijartinan bûne û got “Em beşekî Bakûrê Sûriyeyê ne ku tu carî jê nayên parçekirin.”