حركة المجتمع الديمقراطي

Hêzên Ewlekariyê dengê xwe dan  

660

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn yên hersê herêman ku dê di roja hilbijhartinên 1‘ê Kanûnê de, li ser karê xwe bim, îro mafê xwe yên dengdayîn bi kar anîn.

Komseriya Bilind a Hilbijartinan, roja 1‘ê Kanûnê, roja hilbijartinên rêveberên herêmî li hersê herêmên bakurê Sûriyeye (Cizîrê, Firat û Efrînê) diyar kir. Komseriyê ku ji bo endamên hêzên ewlekariyê; Hêzên Parastina Civakî (HPC), Hêzên Asayîşê, Hêzên Hawarçûnê, HAT, endamên Trafîkê ku dê roja hilbijartinan li ser karê xwe bin, diyar kiribû ku  îro mafên xwe yên dengdanê bi kar anîn.

Li serê endamên hêzên ewlekariya hindirûn yên hersê herêman çûn ser  sendoqan û dengê xwe dan.

Endamên hêzên Asayîşê, Hêzên Parastina Civakî, Hêzên Hawarçûnê û Hêzên Antî Teror (HAT) ji saetên serê sibehê ve berê xwe dane navendên dengdanê ku komseriyê amade kirbû, û mafên xwe yên denganê bi kar anîn.

Li her navendeke dengdanê, komîteyeke şopandinê ku ji wekîlên nûnerên partiyan, kesayetên serbiwe û Lîsteya Neteweya Demokratîk yên herêmê hene.

Li herêm û navçeyên kantona Efrînê jî hilbijartin pêk tên.

Endamên Asayîşê, Hêzên Trafîkê, Hawaçûnê, HAT û Hêzn Parastina Civakê, çûn ser sendoqan û dengên xwe dane nûnerên xwe. Xebatên hilbijartinan ji aliyê komîteya Amadekar ên Komseriyê ve têne birêveberin. Li wir jî wekîlên lîsteyên hilbijartinê (Neteweya Demokratîk, Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê- Yekîtî) hazir bûn.

Li herêma Cizîrê 3 navendên dengdayînê hatindiyar kirin. Navnedên hatin diyarkirin evi in : Navenda Fermandariya Giştî ya Asayîşê 3 sendoq (kanton, bajarok û navçe), navenda maliyê sendoqek, navenda Asayîşa bajarê Qamişlo ya taxa Enteriyê 3 sendoq.

Hibijartin wê hetanî saet 17:00 de berdewam bike.