حركة المجتمع الديمقراطي

Sabrî Ok: Rola Tirkiyê di destwerdana li ser Başûr de diyarker bû

704
NAVENDA NUÇEYAN – Endamê Desteya Rêveber a KCK Sabrî Ok, diyar kir ku ji bo çareseriya arîşeyên di navbera Başûrê Kurdistanê û Iraqê de rêbazên rast ew in ku vîna gel esas were dîtin. Ok got ku:” Biya min rola Tirkiyê di destwerdana li ser Başûr de diyarker bû. Ez bawer nakim ku Tirkiye tu carî serxwebûna Başûrê Kurdistanê nas bike.”

Di  beşê duyemîn ê hevpeyvînê de, Sabrî Ok arîşeyên di navbera Başûrê Kurdistanê û Iraqê de, her wiha hevalbendiya di navbera Îran, Iraq û Tirkiyê de piştî referandûmê, dinirxîne.

Em dixwazin hinekî li ser krîza di navbera Başûrê Kurdistanê û Iraqê de bisekinin. Krîza ku di ser Kerkûkê re çêbû, di encamê de têkilî bi temamî di her dua liyan de qut bûn. Ji bo derketina ji vê krîzê li ser helwesta aliyan çi dibêjî?

Ji bo îmaj û navê Kurdan tiştên ku li başûr rûdan pir ne baş bû. Divê Kurd vî aqilê ku bû sedema vê encamê bidin ber pirsan. Kurdan li dinyayê îmajeke baş ji xwe re çêkiribûn. Lê tiştên ku piştî referandûmê çêbûn hinekî zirar dane vê îmajê.

Kurdan deskeftinên bi salan çawa di 3 saetan de ji dest dan? Divê Kurd pirsa ve bikin. Gel, rewşenbîr, siyasetmedar heta ku bersiva van pirsan nebînin, ne pêkan e ku ev şaşî werin çareserkirin.

Jixwe aliyên başûr biryara destûra Iraqê qebûl kirin. Li gorî ku me bihîstî wê biryara betalkirina referandûmê ji bo gel ranegihînin. Ango wê veşêrin. Ji xwe di çapemeniyê de ev diyar bû. Ev nêzîkatî ji sincê polîtîk dûr in. Gel dixin şûna “keriyan”. Polîtîkayên wiha kêfî nayên qebûlkirin. Di siyasetê de şaşî dibin, lê mirov derftê pêşberî civakê, sedemê dibêje û ji gel şansekî dî dixwaze. Şaşî jî dibe sedem ku mirov xwe rast bikin.

Lê  li Başûr ne wiha ye. Fatoreya siyaseta şaş li gel dibirin. Niha gelek tişt ji dest dane. Ketine pey derdê ku tiştzn xilas bikin. Dereng jî be ya baş ew e ku siyaseta demokratîk were xebitandin.

Li Başûrê Kurdistanê careke din diyar bû ku arîşeyên gelên ku ji dîrokê ve bi hev re ne bi nêzîkatiyên desthilatdariyê û miletparêziyê çareser nabin. Jixwe sedema arîşeyan ev aqil e. Heke li Başûr demokratîkbûn çêbibe arîşe wê çareser bibin. Berevajî vê wê hesabên desthilatdariya berteng bibin û ev ê bide windakirin.

Li ser siyaseta navxweyî ya Başûrê Kurdistanê çi dibêjî? Niha alî hev bi îxanetê tewanbar dikin. Heke rewş wiha bidome Başûrê Kurdistanê wê bi kû ve biçe?

Başûrê Kurdistanê li binî xist. Jê wêdetir wê çi bibe nizanim. A girîng ew e ku ev nakokî xizmetê ji kê re dikin. Rê li ber siyaseta demokratîk vedikin an na. A girîng ev e.

Di dîrokê de mînakên vê hene. Piştî tiştên li Hewlêrê bûne tangên Sedam anîn. Nİha jî di ser Kerkûkê re hev tewanbar dikin. A rast dema ku mirov bi giştî dinere heke reng hinekî cuda bin jî siyaseteke şaş û aqilekî şaş heye. Bi vî aqilî ne dikarin gel qanih bikin û ne jî dikarin arîşeyan çareser bikin. Berevajî ji bo ku wê bê vîn û qels bimînin Tirkiye, Îran, Iraq zêdetir wê têkilî wan bibin. Divê mirov vê zemînê çêneke.

Ji bo pêşî li vê were gritin divê yekîtiya netewî ya Kurd were avakirin. Heke yekîtiya Kurdan, dîplomasiya netewî, hêzên parastina netewî hebûna Başûr nedihate vê rewşê û ne jî barê Kurdan wiha giran dibû. Berevajî vê kêfxweke mezin wê bidana gel. Ji bo vê jî PDK, YNK û Goran û hêlên din li şûna ku hev tewanbar bikin ji dîrok û rojene divê dersan bigirin û berê xwe bidin yekîtiya netewî. Heke ev nebe jixwe di Kurdistana parçebûyî de Kurdistan di navbera Silêmanî û Hewlêrê de jî wê parçe bibe û encamên xirabtir bi xwe re bîne. Di vê rewşê de wê pergaleke antî-demokratîk were û şepirzebûneke meztir çêbibe. Ji bo pêşî  li vê were girtin divê bi rêyên demokratîk hesap ji berpirsan were pirsîn.

Hinek aliyan digot piştî referandûmê welatê ku pêşî wê Başûrê Kurdistanê nas bike wê Tirkiye be. Lê rewş berovajî bû.  Dema ku Iraqê dest di Başûr werda di vê bandora Tirkiyê çi bû?

Biya min para Tirkiyê di destwerdana li ser Başûr de diyarker bû. Ez bawer nakim ku Tirkiye tu carî serxwebûna Başûrê Kurdistanê nas bike. Baweriya bi vê nasnekirina dewleta Tirk a hêlên wê yên komkuj, dijminatiya bi Kurdan e. Karekterê xwe çi dibe bila bibe di temsîla yên herî ketî de jî serxwebûna Kurdistanê naxwazin. Ev zelal e. Karekterên mêtinger ê dewleta Tirk dewleta serbixwe ya Kurdistanê red dike.

Dema ku Başûr got ez ê serxwebûnê ragihînim dewleta Tirk ji bo ku wan bixe kemînê dibe ku helwesteke tund nîşan nedabe. Lê teqez e ku hem dewleta Tirk û hem Erdogan li dijî statûyeke wiha ne. Ji bo ku vê ji bo xwe weke gêdûkekê dibînin. Heke parçeyek serbixwe bibe nayê wê maneyê ku tim xeta PDK’ê wê destilatdar be. Piştî 3 salan wê çi bibe ne diyar e. Dewlet stratejîk difikrin. Helbet dema ku wiha bû rola Tirkiyê di vê pêvajoyê de stratekîk bû. Ji Iraqê re gotin lêxe em bi te re ne. Di cih de çûna Silopî tetbîqat kirin. Ê ku Îran jî sor kirî Tirkiye bû. Li kûderê li dijî Kurdan tiştek bibe Tirkiye li wir bi rola sereke radibe. Ev rola hilweşînê, xirakirinê, komkuj û înkarê ye. Ev li Sûriyê, li Bakur û Başûr jî wiha ye.

Ez nizanim ka PDK’ê encamek ji rewşa nû derxistiye yan na. Lê wiha xuya nake. Herî pir dewleta Tirk li dijî referandûmê derket. Lê hema piştre ku erdhej çêbû her tişt berovajî kir û ji bo ku perdeyekê bikişîne ser çend tir alîkarî şandin. Dewleta Tirk wiha ye, dinya jî ji bo fêhmkirina wê zehmetiyan dikişîne.

Divê Kurd zanibin ku dewleta Tirk ji wan re nabe dost, ti xêr ji wan nayê. Çi qasî bixwazin bila spasî bikin, bi wan re rûnin. Bi teqezî heta ku wan şepirze neke bi Kurdan re rûnadin. Divê kesek nekeve vê şaşiyê. Mêtingeriya Tirk herî pir ji hêla tevgera me ve tê zanîn. Ji bo vê divê her kes vê mijarê de baldar be.

Li gorî nêrîna we PDK’ê siyaseta di pêvajoya referandûmê de baş fêhm kir?

Dil dixwaze ku fêhm kiribin. Heke dibêjin em siyasetê dikin jî lê dema ku mirov li peyama wan dinere tê ditin ku fêhm nekirine. Ji bo ku fêhm bikin hê li benda çi ne nizanim. Tirkiye ji destpêkê ve her çendî nerm nêzî PDK’ê, Başûrê Kurdistanê bûbin jî bi teqezî ji bo ku têkoşîna Bakur, PKK’ê tasfiye bikin wiha nêz dibûn. Heke rewşa PKK’ê nebûna dewleta Tirk rewşa berdest a Başûr qebûl nedikir. Li Tirkiyê siyaseta asîmîlasyon û entegrasyonê çi be dixwaze ku ev li Iraq, Îran, Sûriyê û hemû dinyayê wiha be. Divê PDK vê wiha bizanibe.

Têkiliyên aborî jî ziyanê didin Kurdan. Dibe ku têkiliyên aborî werin danîn lê divê ev ne wiha be ku pê ziyanê bidin Kurdan. Bê bendewarî mirov derfetan bide, bendawariya ji dewleta Tirk xeflet e, divê nekevin şaşiyeke wiha. PDK divê ji vê encaman derxîne.

Kurd ji niha û pê de wê çi bikin?

Kurd heke li hêzên mêtinger binerin wê bibînin ku divê çi bikin. Li gel ku dewlet in jî dema ku mijar Kurd bin têne cem hev. Çima Kurd neyên cem hev? Arîşe ev e. Dewletên ku Kurd bê statû, bê nasname hiştine têne cem hev, çima Kurd neyên cem hev? Divê mirov vê bi bandora mêtingeriya hezar salan fêhm bike. Lê nabe. Divê Kurd xwedî li nasnameya dîrokî derkevin. Divê xwedî li nirxên demokratîk derkevin. Divê nasnameyên partî û koman bihêlin û li ser zemîna yekîtiya netewî werin cem hev. Ji bo mayindebûna destkeftiyan ev mecbûrî ye