DÊRAZOR– Şervanên QSD êrişî çeteyên DAIS ya li ser noktayên QSD yê nêzî Qada Tenek a Petrolê (Heqil Tenek) Şikandin. 7 çete hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ’ê vê êvarê bi dijwarî êrîşî noqteyên şervanên QSD’ê yên nêzî Qada Tenek a Petrolê kirin. Şervanên QSD’ê bersiva êrîşa çeteyan dan û di encamê de şer derket. Di encama şerde şervanan êrîşa çeteyan şikandin.
Di şer de panzerek BMB, Tirmpêlek bombebarkirî ya çeteyan, 2 erebeyên doçka li ser û tirêksek ên çeteyan hatin ruxandin. Her wiha 7 çete hatin kuştin.
Di şerê li vir de 2 şervanên QSD’ê jî şehîd bûn.