حركة المجتمع الديمقراطي

DÊRAZOR: Li aliyekî berxwedan û li aliyekî peyman û radestkirin-3

655

Rêjîma Sûriyê alîkarî, çekkirin û fînansekirina DAIŞ’ê dike

EKREM BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN – Girêdayî têkliyên di navbera rêjîma Baasê û çeteyên DAIŞ’ê de nêrînên cûda hene. Evan herdu alî diviyaye li dijî hevûdu dijminahiyeke mezin bidin meşandin, lê li Dêrazorê berjewendiyên wan rastî hevûdu hatin û hevkariya hevûdu li dijî QSD’ê kirin. QSD’ê beriya demekê hemleya Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina deverên Cizîra Sûriyeyê yên di destên çeteyên DAIŞ’ê de mane rizgar bike, da destpêkirin, lê diyar e hebûna DAIŞ’ê li herêmê di berjewendiya rêjîma Sûriyeyê de ye û ji ber vê yekê kordîneyê bi çeteyên DAIŞ’ê re dike da ku astengiyan ji hemleya Bagera Cizîrê re derbixîne.DOSIYA-DERELZOR1 (3)

Di 15’ê Adara 2011’an de ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve, diyar dibe ku aliyê herî zêde ji encamên şerê Sûriyeyê sûd wergirtiye rêjîma Baasê ye. Serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed di 30’yê Adara 2011’an de axaftina xwe ya destpêkê di derbarê buyeran de li avahiya parlemanê pêşkêş kir. El-Esed di wê demê de got ku Sûriye “rastî komplo û çalakiyeke terorîst tê û têkbirina ewlehî û aramiya herêmê armanc dike.” Di wê demê de giştî çalakiyên li bajarênSûriyeyê dihatin meşandin, bi awayekî aştiyane bûn û welatiyan banga mafên xwe yên rewa û azadiyê dikirin.

Piştî çend mehan şoreşa Sûriyeyê ji riya xwe derket û ji şoreşeke aştiyane veguherî şoreşeke çekdar. Di encamê de gelek tabûrên çekdar derketin û îdîaya parastina gelê Sûriyeyê kirin. Di dawiya sala 2011 û destpêka 2012’an de hin tabûrên nû yên xwedî fikrên îslamî yên radîkal derketin. Rola rêjîma Sûriyeyê di alîkariya bi van komên îslamî yên radîkal re gelekî mezin bû, dibe ku di paşerojê de li gorî berjewendiyên xwe van koman bide xebitandin, weke ku niha DAIŞ’ê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Dêrazorê bikar tîne.

Tişta ku vê yekê piştrast dike, ew e rêjîma Sûriyê di bin zexta Emerîka de di sala 2003’an de gelek îslamiyên radîkal bi tewanbariya ku cîhadîstan ji Îraqê re dişînin, girtin û di girtîgeha Seydnaya de bi cih kirin. Lê piştî şoreşa Sûriyeyê dest pê kir, beriya ku dema girtina van îslamiyan bi dawî bibe hemû serbest berdan û piştî vê buyerê gelek tabûrên îslamî yên radîkal derketin holê.

Hin ji kesên rêjîmê serbest berdane ev in: “damezrênerê DAIŞ’ê li Sûriyeyê Ebû Luqman Elî El-Mûsa (Waliyê Sûriyeyê) ye. El-Mûsa beriya şoreşê li bajarê Reqayê weke mamoste dixebitî û di sala 2009’an de bi tewanbariya cîhadîstan ji Îraqê re dişîne ji aliyê rêjîmê ve hate girtin. Fewaz El-Kurdî ku bi Ebû Elî El-Şerhî tê nasîn. Îbrahîm El-Şewax mamê Ebû Luqman ku weke Pîrê DAIŞ’ê dihat nasîn, niha jî endamê dezgeha rêjîmê ku jêre dibêjin “Lihevhatina Niştimanî” ye û li bajarê Dîmeşqê li pêşiya çavên rêjîma Baasê rûniştiye. Feysel El-Bilo ku walîtiya Girê Spî û navçeya Silok dikir.”

Piştî ku rêjîmê evan kesan ji zîndanan serbest berdan, bi hevkariya Ebû Seed El-Hedremî û Ebû Decan li Reqa, Girê Spî, Silok û Eyn Îsa di bin sîwana “Artêşa Azad a Sûriyeyê” de tabûrên îslamî ava kirin û paşê jî beşdarî nava çeteyên Cebhet El-Nusra bûn. Paşê Ebû Seed El-Hedermî ji aliyê Cebhet El-Nusra ve weke emîrê Reqayê hate erkdarkirin û Ebû Decan jî berpirsyarê darayî yê Cebhet El-Nusra bû. Piştî ragihandina rêxistina “Dewleta Îslamî li Sûriye û Îraqê (DAIŞ)” Ebû Luqman, Ebû Elî, Rewaz El-Kurdî û Îbrahîm El-Şewax dilsoziya xwe bi DAIŞ’ê re ragihandin. Lê Ebû Seed El-Hedremî û Ebû Decan ev yek red kirin û di encamê de piştî demekê ji aliyê Ebû Luqman ve hatin serjêkirin.DOSIYA-DERELZOR1 (2)

Çeteyên DAIŞ’ê ji sala 2013’an ve bi rêbazên hovîtî û terorkirinê serweriya xwe li ser gelek herêmên Sûriyeyê ferz kirin û gelek navendên xwe li gundewarê Helebê û Reqayê vekirin. Piştre DAIŞ’ê bajarên Bab, Minbic, Etarêb, Ezaz, Til Rifeet û gelek bajarên din ên gundewarê Helebê dagir kirin, her wiha li parêzgeha Idlibê jî bajarokên weke Sermeda, Kefertixarîm, Dana û Selqînê dagir kirin. Paşê jî çeteyên DAIŞ’ê bajarê Reqa weke paytexta xwe ragihandin. Çeteyên DAIŞ’ê hemû herêm û bajarên dagir kirine, ji destên Artêşa Azad a Sûriyeyê standin, ango ti deverek ji rêjîma Sûriyeyê nestand.

Tişta ku di encamê de diyar dibe, ew e ku rêjîma Baasê zemîna avakirina van komên îslamî yên radîkal li Sûriyeyê di hundirê girtîgeha Seydnaya de ava kiribû. El-Esed jî ji bo nêrîna xwe ku Sûriye rastî komployekê tê piştrast bike, xebatên bi riya van girtiyan dane meşandin, nemaze êrîşên xwe yên li dijî piraniya bajarên Sûriyeyê di bin hinceta şerê terorê de rewa kirin. Tevî ku tê zanîn pevçûn di navbera rêjîma Baasê û çeteyên DAIŞ’ê de ji dema damezrandina wê ve rû nedane.

Çeteyên DAIŞ’ê sê salan bajarê Reqayê dagir kiribûn, tevî vê yekê rêjîma Baasê ti hemleyeke leşkerî li dijî çeteyên DAIŞ’ê dest pê nekirin, lê berûvajî wê li gorî hin belgeyan diyar dibe ku têkliyeke xurt di navbera rêjîma Baasê û çeteyên DAIŞ’ê de heye.

Rojnameya “Telegraph” a Birêtaniyayê di sala 2015’an de gotarek weşand û têde diyar kir ku rêjîma Baasê ne tenê petrol ji DAIŞ’ê dikirî, lê belê alîkariya wê ji bo xebitandina navendên petrol û gazê jî dikir. Rojnameyê da zanîn ku di aliyê petrolê de herî zêde rêjîma Baasê danûstandina DAIŞ’ê dike û petrolê jê dikire. Çeteyên DAIŞ’ê jî sotemenî li herêmên di bin dasgirkeriya wê de bûn, heta rêjeyekê erzan difirot welatiyan da ku dilsoziya wan werbigire. Rojnameyê di gotara xwe de destnîşan kir ku rêjîma Baasê gelek caran kehrebe ji bajarên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ne peyda dikir.

Li gorî agahiyên ji analîzeke navenda “IHS Jane’s Terrorism and Insurgency Center (JTIC)” hatine wergirtin, nêzî ji sedî 64 ji êrîşên DAIŞ’ê yên sala 2015’an li Sûriyeyê li dijî rikberên rêjîma El-Esed pêk hatine û tenê ji sedî 13 ji êrîşên DAIŞ’ê li dijî hin deverên di bin serweriya rêjîmê de bûn pêk hatine.

Li gorî agahiyên (JTIC) diyar dibe ku ji sedî 65 ji êrîşên ezmanî yên El-Esed li dijî herêmên DAIŞ têde tune bûn. Ango ji 982 çalakiyên li dijî opozîsyonê ji destpêka sala 2015’an heta 21’ê Mijdarê tenê ji sedî 6 êrîş li dijî DAIŞ’ê bûn.

Eger li çalakiya DAIŞ’ê ya di 20’ê Gulana 2015’an de ya li dijî bajarê Palmîra (Tudmir) were temaşekirin, eşkere ye ku rêjîma Baasê ti berxwedan li vir nekiriye, tevî ku ev bajarekî dîrokî û xwedî gelek şûnwarên şaristaniyên kevn e. Lê belê rêjîm jê vekişiya li miqdareke mezin ji çek û cebilxaneyê li pey xwe hiştin, da ku çeteyên DAIŞ’ê desteser bike. Piştî demeke kurt çeteyên DAIŞ’ê Palmîra ji rêjîmê re vegerandin piştî ku hemû pêdiviyên xwe yên cebilxaneyê wergirtin.

Li gorî belgehên di wê demê de ketine destên toreya “Skynews” a Birêtaniyayê, rêjîmê bajarê dîrokî Palmîra bi hevpeymanekê ji çeteyên DAIŞ’ê wergirtiye û di encama vê hevpeymanê de çekên giran ketine destên DAIŞ’ê beriya ku ji bajêr vekişe.

Yek ji belgeyên ku Skynews weşandine, fermana leşkerî bû ku emîrekî DAIŞ’ê ji çeteyan dixwaze ku “ji bajêr vekişin û hemû alavên leşkerî veguhêzin cihê hatiye diyarkirin, beriya ku artêşa Sûriyeyê bajêr topbaran dike” û bi rastî ev yek pêk hat.

Îcar çalakiya DAIŞ’ê herdu caran li Palmîra, tê gumankirin ku çalakiyeke wergirtin û radestkirinê ye û armanca wê alîkariya leşkerî bi DAIŞ’ê re were kirin û ji aliyekî din ve şerê rêjîmê yê li dijî terorê di Sûriyeyê de were rewakirin.

Di wê demê de gelek pispor û lêkolîneran diyar kirin ku aliyê herî zêde ji serweriya DAIŞ2ê li bajarê Palmîre rêjîma Baasê û hevkarê wê Rûsyayê ye, nemaze da ku komkujî û destdirêjiyên li taxên rojhilatê Helebê pêk tînin veşêrin, ku bangên navnetewî ji bo agirbesta li rojhilatê Helebê zêde dibûn, piştî ku Komîseriya Giştî ya Netewên Yekbûyî di 9’ê kanûna 2016’an de biryar dabû û li gorî wê divê hemû êrîşên li dijî welatiyên sivîl li Sûriyeyê û bi taybet li Helebê bêne rawestandin.

Diyar e, ragihandina rêjîma Sûriyeyê û hevkarên wê di 3’yê Mijdara 2017’an de ya serweriya li ser bajarê Dêrazorê, ku bi alîkariya ezmanî ya Rûsyayê pêk hatiye, ji buyera Palmîra gelekî ne cûda ye.

Tiştê di 9’ê Mijdarê de li Bûkemal pêk hat û dema rêjîma Sûriyê ragîhand ku wan bajarê Bûkemal ji çeteyan girtiye û Artêşa ÎRaqê û Artêşa Sûriyê gihiştine hev, lê di 11’ê Mijdarê de anku piştî 2 rojan çeteyan careke din bajar ji destê hêzên rêjîmê derxist.