حركة المجتمع الديمقراطي

Di hefteyekê de Heqil Tenek û 4 gundên stratejîk hatin rizgarkirin

673

DÊRAZOR- Hêzên QSD’ê di hefteya derbasbûyî de gelek serkeftî bdiest xistin. Di nava serkeftiyên hefteyê de rizgarkirina Qada Neftê ya Tenk ku piştî Qada Umer duyemîn qada mezin a herêma Dêrazorê ye.

Qada Tenek a Petrolê (Heqil Tenek) piştî Qada Umer yek ji mezintirîn qadên petrolê yên Dêrazorê ye. Li gorî hejmartên berê Parêzgeha Dêrazorê ji sedî 40 ji petrola Sûriyê derdixîne.

Hêzên QSD’ê di 12’ê Mijdarê de Heqil Tenek û gundên El-Bisêra ya di sêkoşeya Xabûr Firatê de ji komên çete yên DAIŞ’ê rizgarkirin. Di şer de 24 çete hatin kuştin û erebeye bombebarkirî a çeteyan, Her wiha 2 tirmpêlên doçka li ser hatin ruxandin. Şervanan her wiha miqdarek çek û cebilxane destserkirin.

Di 13’ê Mijdarê de jî şervan gihiştin bargeha çeteyan a rojhilatê Firatê û di navbera şervanan û çeteyan de şer derket. Şer li derdora Heqil Tenek û derdora gundê El-Bisêra rû dan. Di van şeran de 11 çete hatin kuştin, her wiha şervanan tirmpêlek çeteyan ruxandin. ŞErvanan di şerê wêrojê de gundê El-Şel a rojava bi temamî rizgar kirin.

Di 14’ê Mijdarê de çeteyan êrîşî noqteyên şervanan ên li nêzî Heqil Tenek û gundê Şel kirin. Şervanan êrîşa çeteyan şikandin. Di şer de 14 çete hatin kuştin.

Şervanên QSD’ê di roja 67 an a hemleya Bagera Cizîrê de gelek pêşketin bidestxistin, li bajaroka Siwer 4 kîlometreyan pêş ve çûn û li gundê Deban jî 5 kîlometreyan pêş ve çûn.

Şervanan di pêşketina xwe de 34 çete kuştin û motorsklêtek û tirmpêlek bombebarkirî rûxandin. Her wiha miqdarek çek û cebilxane desteserkirin.

Di 17’ê Mijdarê de şervan li rojhilatê bajarê Meyadîn ber bi gundên El-Teyan û Wasiyan ve pêşketin.

ŞErvanan di encama şer de tirmpêleke çeteyan a doçka li ser ruxandin û erebeyeke bombebarkirî a çeteyan destserkirin.

Di encama pêşketina şervanan hêza çeteyan hilweşiya, çeteyên ku nikarîn li ber pêşketina şervanan li ber xwe bidin êrîşî sivîlan kirin û erebeyeke bombebarkirî di nava sivîlan de teqandin. Di encamê de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan sivîl birîndar bûn.