حركة المجتمع الديمقراطي

Hikmet Hebîb, cûdahiya lîsteya Netewa Demokratîk vegot

662

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamaê Desteya Niştmanî ya Erebî Hikmet Hebîb diyar kir ku lîsteya NEtewa Demokratîk bi beşdarbûna rêjeya jinan û partiyên ereb cûdaye.

Endama Desteya Niştmanî ya Erebaî Hikmet Hebîb derbarê beşdarbûna di hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî de ji ajansa me (ANHA) re axivî û got ku piştî lîsteya Netewa Demokratîk ku bi beşdarbûna piraniya partiyên siyasî yên Bakurê Sûriyê hatiye ragîhanndin dê hemelya xwe ya propaganda bidin destpêkirin.

Hebîb da zanîn ku beşdarbûna Desteya Niştmanî ya Erebaî di lîsteya Netewa Demokratîk di encama têkiliyên xurt a di navbera hemû partiyên lîsteyê de pêk hatiye û wiha dom kir: “Têkiliya me bi partiyên din re xurte, bi taybet bi PYD’ê re. me bi hev re rêveberiya xweser ji destpêka aloziya Sûriyê ava kiriye.”

Hebîb, her wiha destnîşan kir ku ezmûna wan ji destpêka Sûriyê bi partiyên di lîteya Netewa Demokratîk de cih digirin û wan bi hev re pira biratiya gelan avakiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “JI destpêka damezirandina MSD’ê û Fedraliya Bakurê Sûriyê me bi hev re tekoşîn kir. Armanca me hemûyan jî ew e ku xebatên xizmeta me ji gel re bi xurtî dewam bike.Lîsteya me ji hemû lîste û partiyên din bi rengînbûna xwe cûda ye. Di lsîteya me de rêjeya jinan û partiyên ereb ji sedî 50 heye.”

Hebîb, her wiha destnîşan kir ku beşdarbûna ciwanan jî di lîsteyê de berbiçave û wiha pê de çû: “Beşdarbûna ciwanan di nava lîsteya me de serkeftine. Partiyên din jî baweriya wan bi ciwanan heye, ji ber ku ew hêza şoreşê ne. Bi wan şoreş bi hêz dibe.”

Hebîb, derbarê girîngiya hilbijartinan jî destnîşan kir ku di vê dema hesas ku Sûriyê re tê re derbas dibe lidarxistina hilbijartinan gelekî girînge û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ezmûna yekem hilbijartinên komînan bû,ev çanda gelê me nîşan dide, gelê me dikare bi dengê xwe îradeya xwe hilbijêre û bi demokrasiyê nûnerên xwe diyar bike.”

Endamaê Desteya Niştmanî ya Erebî Hikmet Hebîb da zanîn ku baweriya wan heye ku wê hilbijartin biserkevin û pirojeya Fedraliyê li Bakurê Sûriyê serbikeve û li tevahiya Sûriyê aramiyê pêk bîne.

Endamaê Desteya Niştmanî ya Erebî Hikmet Hebîb di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû gelê herêmê kir û nûnerên baweriya wan pê heye hilbijêrin û wiha got: “Gelê me wê gavan paş de navêje, lê belê bela li benda rojên xweş û pêşerojeke bi ronî ji taviya Sûriyê re bin. Ev hilbijartin wê rastiya geê me û avakirina civaka fedarl a demokratîk nîşan bide. Banga me ji hemû gelê me re ku berê xwe bidin sindoqan û bi îradeya xwe nûnerên xwe yên rêveberiya herêmî hilbijêrin. Bela dengê xwe bidin lsîteya NEtewa Demorkatîk û bibin şirîkê biryarê.”