TEBQA– JI beriya çend rojan ve karkerên avahiyan li gorî perspektîfên komîteya darayî ya Rêvebeirya Sivîl a Demorkatîk a Tebqayê tevdigerin û dest bi avahiya ku navê Rehba lê tê kirin kirin. Rehbe li rojavayê bajarê û nêzî sûka sereke ya bajar, Firehiya wê jî derdora 2 hezar M2 e.
Projeya jinûve avakirina Rehba navendî ya Tebqayê ji aliyê werşeyên kar ên hesnikar û necar destpê kiriye. Di destpêkê de beşek tê amadekirin. Li vî beşî depoyên avê û xezan têne çêkirin, her wiha mase û kursiyên dibistan têne temîkrin. DAIŞ’ê li wir mayîn û teqemenî berê çêdikirin.
Werşeyên kar bi hemû hêza xwe tevdigerin û bermahiyên tiştên di depoyên Rehba de di çêkirina xezanên avê û alavên pêwîst de bikar tînin.
Rehab navendê ya herêma Tebqayê 40 sal berê hatiye avakirin û li wir tirmpêl û alavên bendava Firatê dihatin temîrkirin.
Paşê Şirketa Giştî ya Reyê ya hikûmeta Sûriyê di sala 2000 an de kirin depoya avlên xirabûyî û ji wê demê ve ji xizmetê derketibû.