حركة المجتمع الديمقراطي

Yekemîn Konferansa Perwerdeya Jin di roja duyemîn de didome

689

QAMIŞLO – Yekemîn Konferansa Perwerdeya Jin a Bakurê Sûriyeyê bi durişmeya “Sîstema perwerde di cewherê xwe de avakirin û pêşxistina zanebûn, bûyîna hêza biryar û îradeya azad e”di roja duyemîn de dewam, dike.QAM-DESPEKIRINA KONFRIASE (2)

Ji bo avakirina sîstemekî perwerdeyê  yê jinê li Bakurê Sûriyê, bi beşdariya 220 delege ji hemû bajarên Bakurê Sûriyê, duh li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo Yekemîn Konferansa Perwerdeya Jin a Bakurê Sûriyeyê, hate destpêkirin.

Konferans îro bi xwendina rapora Komîteya Perwerdeyê ya Jinê û zanîngehê dewam, dike.

Di berdewamiya konferansê de, wê nirxandin li ser xebata perwerdeyê ya jinê werê kirin û proje werin pêşkeşkirin.

Tê payîn  ku di dawiya  konferansê de, Koordînesyona Giştî ya  Perwerdeyê ya Jinê, werê avakirin.