ROZANA DAWID – SOLÎN REŞÎD
EFRÎN – Hêzên HPC’ê ji bo parastina herêmê hevgirtina xwe pêş xistine û bi saziyên din ên parastinê re di nava hevkariyê de ne ku parastina herêmê bikin.
Piştî ku êrîşên komên çete yên Artêşa Tirk ên li ser herêma Efrînê zêde bû û herêma Efrînê xistin çemberê. Erka welatiyan û hêzên parastinê ya parastina herêma Efrînê zêde bû. Gelê Efrînê di çarçoveya mafê Xweparastina Rewa hêzên HPC’ê ava kirin.
Hêzên HPC’ê di sala 2015’an de hate avakirin û welatiyan bi awayekî dildarî çek rakirin û dest bi parastina gund û taxên xwe kirin. Hêzên HPC li Efrînê bûye xwedî hêzeke civakî ku dikare tax bi tax û kolan bi kolan biparêze.
HPC’ê di vê çarçoveyê de hemû erkên parastinê pêk tîne. DI hemû şahî û boneyan de endamên HPC’ê li ser piyane û erka parastinê li kêleke hêzên Asayîşê û YPG’ê digkrin ser milê xwe. Di heman demê de bi şev li her derê nobedariyê dikin û parastina gund û bajarên xwe dikin. Komên ji 12 kesan hatine avakirin di xeta duyemîn a şerê parastina sînorê herêmê de jî cih digirin û li dijî êrîşên komên çete yên Arêtşa Tirk parastina herêmê dikin.Li ser sînor jî di nava tevgerê de ne û erka parastinê pêk tînin.
Li herêma Raco ya Efrînê derdora 300 endamên HPC’ê hene, piştî ku perwedeya bikaranîna çekan û tevgera şer dîtin wekî sê tabûr û 18 tîm hatin dabeşkirin. Di her tabûrekê de 34 endam û her tîmekê de 11 endam, hene.
HPC’ê li Raco jî erka parastina gundan digre ser milê xwe, di heman demê de di bersivdayîna êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê de jî hêzên HPC’ê parastinê dike. Li aliyê din jî bazirganên mirovan ên welatiyan li sînoran dixin digirin û wan radestî hêzên têkildarî dikin.
Di nava hêzên HPC’ê de li Raco endamên wan ên bi navê Zên Abdîn Hebeş, Mihsin Xewlîl Daid û Izet Xelîl Daiwd di 20’ê kanûnê de şehîd bûn.
Derbarê mijarê de Endamê Hêzên HPC’ê Xelûsî Best got ku çalakiyên wan ên parastinê bê navber dewandike û destnîşan kir ku bendên wan li çerxeriyên gundan hene. Best da zanîn ku ew ewlekariya herêmê pêk tînin.
Endama HPC’ê Delal Elo jî da zanîn ku ew parastina ewlekariya kantonê dikin û dê heta noqteya xwîna xwe ya dawî tekoşîna xwe ya ji bo ewlekariya herêmê bidomînin.
Endamê HPC’ê jî destnîşan kir ku di navbera wan û Artêşa Tirk de tenê derdora 200 metirî heye û destnîşan kir ku ew li gundê Meydan Ikbis parastina herêmê dikin.