HESEKÊ – Bendava Çemê Xabûrê piştî 6 salan ji sekinandin û paşguhkirinê careke din hate vekirin.
Komên çete yên DAIŞ’ê û hevalbendên wê dema ku herêma başûrê Hesekê dagir kiribûn, Bendava Çemê Xabûrê ku dikeve bakurê navçeya El-Erîşê ya li başûrê Hesekê ji kar hatibû sekinandin.
Mezinahiya bendavê bi qasî 605 milyon m3 heye. Beriya ku aloziya Sûriyeyê dest pê bike, cotkarên herêmê ji ava bendavê erdên xwe yên çandiniyê av didan.
Piştî demeke dirêj ji paşguhkirin û sekinandinê, miqadarê avê di vê bendavê de digihêje 70 -80 milyon m3.
Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya Pêngava Xezeba Xabûrê de ev herêm ji destê çeteyan rizgar kir, welatiyên herêmê daxwaz kirin ku careke din bendav were xebitandin da ku cotkar bikaribin erdên xwe av bidin.
Meclîsa Berhemdariyên Avê û Desteya Enerjiyê yên bajarê Hesekê beriya ku demsala zivistanê dest pê bike, benav amade kirin û xistin meriyetê.
Ji endizyarên Meclîsa Berhemdariyên Avê, Basim El-Eswed got “Beriya çinîna ceh û genim, Bendava Xabûrê hate vekirin.”
Ji aliyê xwe ve Endamê Desteya Enerjiyê ya bajarê Hesekê Ciwan Şêxmûs da zanîn ku wan ji bo xebitandina bendav, pêdiviyên ceyranê yên wekî kaplo û tablo pêşkêş kirine, her wiha ji bajarê Hesekê ceyran gihandine stasyona ceyranê ya bendavê.