NAVENDA NÛÇEYAN – Şerê di navbera çekdarên opozisyonê û hêzên rêjîmê de li Xûta El-Şerqiya, hewldanên Rûsiya ji bo avakirina hevgirtineke ji Tirkiyê û Îran, her wiha destwerdana Îran di welatên ereban de mijarên sereke yên rojnameyên Erebî yên îro ne. Di hin rojnameyan de hate destnîşankirin ku NATO li Erdogan wekî dijnimê leşkerên xwe dinêre.
Şerê li Xûta El-Şerqiya
Rojnameyên Erebî di weşandên xwe yên îro derketine de cih dane rewşa meydanî ya li Sûriyê. Li ser vê yekê rojnameya El-Heyat nivîseke bi sernavê “Di bombebarana li nêzî Şamê de, di nav de 6 zarok 10 kes hatin kuştin” avêt. Di nîvîsê de hate gotin: ” Balafirên şer ên rêjîma Sûriya duh êrîşên dijwar birin ser herêma Xûta El-Şerqiya ya di bin serweriya komên çekdar de, komên çekdar jî bi topan bersiva êrîşan dan. Di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û hin jî birîndar bûn..Dijwariya şer piştî êrîşên komên çekdar ên roja sêşemê li ser bargeheke leşkerî ya hêzên rêjîmê li nêzî bajaroka Heresta ya li Şamê pêk hat.”
Îran Sohci red dike û Rûsiya hewl dide hevgirtineke ji Tirkiyê û Îran ava bike
Rojmaneya El-Şeriq El-Ewest jî di manşeta xwe de dest nîşan kir ku Îran Kongreya Sochî red dike. Di nivîsa ku sernavê ” Îran Sochi beriya ku dest pê bike, red dike” hatibû avêtin de hate gotin “Îran biryara Rûsiya ya lidarxistina Kongreya Sochî red dike. Serokê Rûsiya Valdemer Putin zextê li serokê Îranê Hesen Ruhanî û yê Tirkiyê Receb Teyyîb Erdogan dike da ku helwestek hevbeş ji bo piştgiya bi Sochî re diyar bike. Li ser mijarê roja çarşema li pêş dê civîneke sê alî were li darxistin.”
Têkilîdar heman mijarê jî, rojnameya El-Qudis El-Erebî nivîseke bi sernavê “Aliyên mûxalif: Kongreya Sochî ji bo dabeşkirin û belavkirina destkeftiyên Sûriyê di navbera hêzên navdewletî de ye” weşand. Navaroka nivîsê wiha ye” Lêkolînerê siyasî endamê Koma Xebatê ji bo Sûriyê Derwîş Xelîfe dibîne ku Rûsiya bi riya kongre hewl dide hevgirtineke herêmî ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê çêbike, bi vê yekê Îran û Tirkiyê yên ku hebûna wan a leşkerî li Sûriyê hene vedixwîne. Li aliyekî din jî Enqera hewl dide zextê li Rûsiya bike da ku leşkerên Yekîneyên Parastinê ji Efrînê derxîne. Derwîş Xelîfe her wiha destnîşan dike ku Rûsiya dixwaze Sochî bike kopiyeke siyasî ji Astanya leşkerî û hemû aliyan bixe bin baskê xwe.”
Di navbera Amerîka û Rûsiya de girêdayî Sûriyeyê astmosfêra şer
Rojnameya El-Ereb jî di rûpela xwe ya yekemîn de, behsa mijara nakokiyên Rûsiya û Amerîkayê kir. Di vê derbarê de nivîseke bi sernavê ” Di navbera Amerîka û Rûsiya de astmosfêra şer li ser Sûriya, di heman demê de, têkiliyên Moskow û Tehran xurttir dibe” weşand. Di nivîsê de hate gotin “Di civîna Konseya Ewlekariyê de Rûsiya derbarê ibtalkirina biryara qedexekirina bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê mafê VITO bi kar anî. Ev hewlesta Rûsiya rê li ber kurkirina nakokiyên di navbera Moskwo û Washingotnê vekir, ev yek rojên şerê sar bi bîr tîne . Çavkaniyekî doplomasî diyar kir ku VITO‘ya Rûsiya di dema ku pêşveçûnên mezin li Sûriyê rû dide, pêk hat û dihêle ku nakokiyên Rûsiya û Amerîkayê dijwartir bike û aliyekî din jî têkiliyên Rûsiya û Îran bi hêz tir bike. Heman çavkaniyê diyar kir ku Amerîka û Rûsiya li hev kiribûn ku destur nedin Îran ku nûqteyên xwe li El-Bûkmal a ku xeteke bejahî di Iraq re derbas be û Tehran bi Beyrûtê girê dide, ava bike.”
Erebistana Siûdiyê: Heger Hizbûllah çek bernede wê aştî li Lubnanê ne pêkane be
Ji rojevên germ ên di çapemeniya ereban de derketine pêş geşedanên li Lubnanê bû. Rojnameya El-Heyet li ser vê mejarê nûçeyek bi sernavê ” Erebistana Siûdiyê: Heger Hizbûllah çek bernede wê aştiya li Lubnanê pêk neyê” weşand. Di nivîsê de hate gotin “Wezîrê Karê Dereve yê Siûdiya Adil El-Cûbeyer tekez kir ku herger Hizbûllah çek li daneyne û nebe partiyeke siyasî wê aştî li Lubnanê ne pêkane be û got ku welatê wî Siûdiyê destekê dide Serokwezîrê Lubnanê Seed El-Herîrî.”
El-Herîrî ji bo Parîsê hatiye vexwendin
Derbarê mijarê, rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî nivîseke bi sernavê ” El-Herîrî çend hefteyan ji bo Parîsê hatiye vexwendin” weşand. Di nivîsê de hate gotin Serokkomar Emmanûel Macron ragihan ku wî Serokwezîrê Lubnanê yê îstîfa kir, Seed El-Herîrî ji bo Parîsê vexwendiyê û diyar kir û piştî wê, dê vegere Beyrûtê.”
Yekîtiya Ereban behsa destwerdana Îranê di welatên Ereban de dike
Rojnameya El-Şeriq El-Ewset di manşêteke din de bal kişand ser destwerdana Îran di welatên ereban de. Di nivîsa bi sernavê “Yekîtiya Ereban dê nameyeke tund ji bo Îran re bişîne” de hate gotin” Wezîrên Karên Dereve yên dewletên Ereban dê sibe, yekşemê civîneke awarete bi serkêşiya Wezîrê Karê Derve yê Cîbootiyê Mihemed Elî Yûsif li dar bixin. Giraniya civînê wê li ser destwerdana Îran di welatên ereban de be, bi taybetî piştî avêtina fuza Bastêl li ser Riyadê ji aliyê çekdarên Hûsiyên û teqandina boriya petrolê ya li nêzî herêma Borî ya Behrîn.”
Operasyona leşkerî li Iraqê bi dawî dibe
Girêdayî rewşa Iraqê, rojnameya El-Heyat, nûçeyeke bi sernavê ” Îraq piştî DAIŞ‘ê, dosyaya Heşdi El-Şabî vedike” weşand. Di nivîsê de hate gotin “Hêzên Iraqê duh ragihand ku wan navçeya Rewa ya girêdayî parêzgeha Enbarê bi temamî kontrol kir. Ev dever yekîneya dawî ya DAIŞ li Iraqê bû. Bi vê yekê operasyona leşkerî bi dawî dibe û pêşniyara ji nû ve avakirina bajaran û diyarkirina çarenûsa rêxisitnên ku ji bo şerê dijî DAIŞ‘ê hatine avakirin wekî Heşd El-Şabî û hêzên eşîreyan li pêşberî hikûmetê ne.”
Herêma Kurdistanê ji bo aliyên navdewletî xwedî cihekî girîng e
Têkilîdar aloziya li herêma Başûrê Kurdistan, rojnameya El-Şeriq El-Ewset nivîseke bi sernavê ” Hikûmeta Kurdistanê ji bo dilyalogên bi Bexdayê re amadekariyan dike” weşand. Di nivîsê de hate gotin “Cardin nêrîna hemû aliyên navdewletî li herêma Kurdistanê ye. Xuya dike ku civaka navdewletî naxwaze ku hikûmeta federal lewaz bibe. Rexmî ku fermandarên siyasî yên kurd li dijî fermanên rêveberiya Amerîkayê ya derbarê taloqkirina refendûma ku Îlonê de pêk hatibû, derketin. Dixuya ku Washingotin naxwaza rola kurdan li Iraqê wekî pêkhateyeke sereke were paşguhkirin.”
Erdogan bûye dijminê leşkerên NATO
Li ser mijareke din, rojnameyê El-Şeriq El-Ewset nivîseke bi sernavê ” Tirkiyê ji perwerdeya tedbîqatên NATO yê vedikişe” avêt. Li gorî di nivîsê de hate gotin “Erdogan duh car din bersiva NATO yê ku ew jî endamekî wê ye, da û ragihandin ku leşkerên Tirk ên di tedbîqatan de beşdar bûne, vekişand. Sedama vekişandina leşkerên Tirk di tedbîqatên li Nerwicê de,ew e ku tabloya wêneya wê û yê damezrînerê komara Tirkiyê Mistefa Kemala Ataturk di perwerdeyê de bibû hedefa guleyan… Erdogan di civîneke de ku duh li Enqereyê ji endamên partiya xw