REQA– QSD’ê piştî paqijkirina taxa El-Meşleb a Reqayê ji mayîn û bermahiyên şer, ewlekariya taxê radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, kir.
Gel vedigere taxa El-Meşleb a Reqayê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo çeteyên DAIŞ’ê di nava welatiyan re derbasî Reqayê nebin, her kesî bi baldarî kontrol dike.
Li deriyê ketin û derketina Taxa El-Meşleb bendên kontolê hatine danîn. Ew bendên kontolê hemû maşîne û motorsiklêtên dikevin taxê kontrol dikin.
Di navbera du hefteyan de bi hezaran sivîl vegeriyan Taxa El-Meşleb û ew bi vegera xwe gelekî kêfxweş in.
Şêniyan Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku wan diparêzin spas kirin û gotin: “Di wextê DAIŞ’ê tiştekî bi navê jiyan tune bû, her tişt mirin û tarîtî bû, niha jiyan vedigere Reqayê.”