Dîmen : https://youtu.be/0d_IfKp3LsA
IL TEMIR– Bi sedan kesî cenazeyên sê şervanên YPG’ê yên di hemeleya Bagera Cizîrê de şehîd bûne li goristana Şehîdan a Til Temir spartin axê.
BI sedan şêniyên Til Temir û gundên wê cenazeyên sê şervanên YPG’ê Beşar El-Ebdî (Rûbar Til Temir), Mihemed El-Umer (Şeban Til Temir), Ziyad Hemd (Elî Şêr) ên di 13-14’ê Mijdarê de di hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bûn ji meclîsa malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî ku ji dehan tirmpêlan pêk tê ber bi goristana Şehîdan a Til Til Temir ve derketin rê. Li vir merasîm hate lidarxistin.
Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulbaqî Kûtê axivî û di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn û got ku şehîdan bi tekoşîna xwe azadiya gelê herêmê saz kirine. Kûtê di dawiya axaftina xwe de soza şopandina riya şehîdan da.
Di berdewama merasîmê de li ser navê YPG’ê Zên Kurdî axivî û di serî de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ku şehîdan cane xwe kirine pira serkeftinan da ku gelê herêmê bi azadî jiyan bikin.
Di merasîmê de her wiha Cîgirê Serokê Desteya Parstinê yê Katona Cizrê Ebdulehed Goriyê jî axivî û serkeftinên ku li Rojava-Bakurê Sûriyê pêk tên bi saya fikir tekoşîna şehîdan hatiye bidestxistin.Piştî axaftinan sicîlên şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Li ser navên malbatan jî axaftin hate kirin û soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şervanan bi diruşmeyan spartin axê.