حركة المجتمع الديمقراطي

Li Minbicê pêşengeha çandî hate vekirin

645

MINBIC – Komîteya Çand û Hunerê yekem pêşengeha çandî bi sernavê “ji berhemên me ber bi vejandina kulturê ve”lidar xist.MINBIC-VEKRINA-PESENGIHE1 ‫(102105607)‬ ‫‬

Nûnerên Komîteya Çand û Hunerê ya Kobanê, ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundên wê Hevserokê Melcîsa Zagonsaz Farûq El-Maşî,Hevserokê Meclîsa Rêveber Îbrehîm El-Qubtan, Cîgirên Melcîsa Zagonsaz Emel Boz Dada û Qasim Remo jî di nav de bi dehan endamên saziyên bajarê Minbic û gundên wê beşdarî vekirina pêşengehê de amade bûn.

Komîteyê di çarçoveya bernameyê de şanoya bi navê Temenê wê li dibsitana Sînaî ya li ser riya Helebê şanoyek pêşkêş kir. Di şanoyê de jiyana hevbeş û hevkariya di navbera şêniyên herêmê hate vegotin û bal hate kişandin ser derketina komên çekdar.

Berpirsên bernameyê gotin ku armanca wan ji bernameyê ew ku welatî ji reşwa şer dûr bikevin û ji bo jinûve avakirina Sûriyê hemû kes bi hev re di nava hevkariyê de bin. Piştî şanoyê Îbrehîm El-Mustefa helbestek li ser rewşa şerê li herêmê tê jiyankirin kir, paşê Komîteyê pêşengeh ji aliyê Hevserokê MEclîsa Zagonsaz a Minbic Farûq El-Maşî ve hate vekirtin.

Di pêşengehê de berhemên kevin wekî tiştên ji nihas, resim, karê destan û alavên kevinên malan, her wiha cilên kevin hatin pêşkêşkirin.