حركة المجتمع الديمقراطي

Dewleta Tirk ava Firatê qût kiriye

596

CÛMA MIHEMED- ZANA SEYDÎ

KOBANÊ- Dewleta Tirk ava çemê Firatê qut kiriye, Kêmbûna asta av çem jiyana bi hezaran sivîlên Bakurê Sûriyey dixe xeteriyê. Her wiha bandoreke neyinî li ser çandiniyê dike û elketrîkê li ser hemê qût kiriye.KOB-NIZIMBUNA-AVA-FIRAT ‫(1)‬

Hikûmeta Tirk bi armanca têkbirina şoreşa Bakurê Sûriyê hemû rê û rêbazan bi kar anî. Di serî de ji aliyê xwe ve komên çete derbasî herêmên Bakurê Sûriyê kir, di aliyekî din ambargo li ser herêmê ku hîna berdewam dike, feriz kiriye. Hîna jî ji bo destekdayîna bi çeteyan re sînorê xwe vekirî hiştiye. Lê hemû hewldanên wê negihaştin armancên xwe.

Dewleta Tirk di hewldaneke xwe ye din de, pîlaneke nû xist dewreyê de, ev pîlan ava çemê Firatê ku derbasî Sûriyeye dibe, qût kiriye.

Dewleta Tirk di havînê de û bi taybet meha Remedanê de asta ava çemê Firatê kêm kir. Beriya sê rojan ve jî av bi temamî li ser Sûriyeye qût kir. Bi vê yekê karîseteke mezin di dîroka herêmê de çêkir, bi qûtbûna avê re, bermanhiyên masiyên mirî, qelişandina erd xuya bû. Her wiha jiyana hezaran sivîlan dixe metirsiyê û xeteriyeke li ser zeviyên çandiniyê çêdike. Li aliyekî din jî neçîrvanên masiyê bê kar man.

Li gel van ji bi kêmbûna ava bendava Rojava û Tebqayêre saetên qûtbûn elketrîkê zêde kir ku rojana gihaşt 16 saetan.

Di encamên qûtkirina ava çemê Firatê de erdê gundên Bûraz, Gir Sor, Cadeya mezin û Cadeya Biçûk, Ibrîn, Îlçax, Şiyûxa Jêrîn û Şiyûxa Jorîn, Torman û Qomilx zûha bûn. Şêniyên herêmê dibênin ku derxistina ava ji ber hişbûna axê dê bi zehmetî were derxistin.