EYN ÎSA – Dewreyeke perwerdeyê ya 145 Endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi dawî bû.
Bi armanca perwerdekirina Endamên Hêzên Parastina Hundirîn ên bajarê Reqayê li ser rêbazên parastina selametiya welatiyan, li Akademiya Şehîd Rustem dewreyeke perwerdeyê bi tevlîbûna 145 Endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn hat vekirin û 10 rojan dom kir. Dewre bi navê Şehîd Hemze hat vekirin.
Di şahiya bidawîbûna dewreyê de Fermandarên Hêzên Ewlehiya Hundirîn, Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa û Cigîra Hevserokatiyê Ibrahîm Ferec axivîn.
Destpêkê deqeyek rêz hat girtin û Endamên dewreyê toraneke leşkerî li dar xistin. Piştre Cigîrê Hevserokatiya Meclîsa Sivîl a Reqayê Ibrahîm Ferec û Fermandarê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Idrîs Mihemed axivîn, bidawîbûna dewreyê li Endaman pîroz kirin û dane zanîn ku erka Endamên dewreyê parastina ewlehiya bajarê Reqayê ye.
Di dawiyê de Endamên dewreyê soz dan.