KOBANÊ – Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê konê sersaxiyê yê Celal Talebanî veda, partiyên siyasî û saziyên sivîl û leşkerî pêşwazî kirin.
Konê sersaxiyê yê Mam Celal li pêşiya navenda Rêveberiya Xweser hat vedan, bi wêneyên wî û Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, hat xemilandin.
Welatiyên Kantonê, nûnerên partiyên siyasî, Endamên Saziyên Sivîl, Leşkerî û Xizmetê serdana kon kirin û ji aliyê nûnerên partiyên Kurdî û Rêveberiya Xweser ve hatin pêşwazîkirin.
Serdana sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Rêveber Enwer Mislim, Endama Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk Dîlber Yûsif, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Kamîran Kinco axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbata Rêberê Kurd Celal Talebanî û tevahî gelê Kurd re hat xwestin û hat zanîn ku Mam Celal xwedî dîrokeke kevnar a têkoşînê bû.
Her wiha hat diyarkirin ku Mam Celal piştgiriya berxwedana Kobanê, şoreşa Rojava kir û projeya Federal kir û hat destnîşankirin ku Mam Celal di qadên navneteweyî de parastina mafên gelê Kurd dikir.
Di dawiyê de soza şopandina riya wî hat dayîn.
Li Kantonê 3 rojan şîn hat ragihandin û dê konê sersaxiyê du rojan dom bike.