HESEKÊ – Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên 5 têkoşerên azadiyê oxir kirin.
Girseya gel cenazeyên 5 şervanên YPG′ê ″Ismaîl Hisên (Xemgîn Hesekê), Deham Ebid (Ceawî Tiwêne), Xalid Xidir (Agirî Hesekê), Ebdullah Asî (Xalid Hesekê) û Qasim Betîran (Şervan Til Temir) ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.
Merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê YPG′ê û Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir. Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Sebah Qasim Izet axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û bal kişand ser rola şehîdan di rizgarkirina axa welat de.
Fermandarê YPG′ê Zekî Kobanê jî da zanîn ku ew ê şopdarên riya hevalên xwe bin û têkoşînê bidomînin. Zekî wiha got: ″Bi saya fedekariya şehîdan, dawiya DAIŞ′ê li Bakurê Sûriyê nêz bûye″.
Her wiha Endama Rêveberiya Kongreya Star Şêrîn Oso jî bal kişand ser eşqa zarokên herêmê ji azadiyê re û fedekariya wan ji bo avakirina jiyaneke azad.
Di dawiyê de nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanêhatin veşartin.