DICLE EHMED – ZANA SEYDÎ
KOBANÊ – Dibistana Reş a li bajarê Kobanê ji bo welatiyên Kobanê cihekî manewî ye. Di vê dibistanê de berxwedaneke mezin ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve hate meşandin û di rizgarkirina wê de gelek şehîd hatin dayîn. Niha piştî sê salan heman dibistan veguherî navenda zanistiyê û bi sedan şagirt hembêz kirine.
Yek ji qonaxên herî dijwar a berxwedana Kobanê li Dibistana Reş bû. Li vir gelek şervanên YPG’ê û YPJ’ê di dawiya sala 2014’an de di rizgarkirina dibistanê de şehîd ketin. Destpêka serkeftina berxwedana efsaneyî ya Kobanê ji vê dibistanê dest pê kir. Nemaze ji ber cihê wê yê stratejîk şervanan karibûn serweriya derdorê bikin û dest bi rizgarkirina giştî herêmê bikin.
Di dawiya meha Cotmeha sala 2014’an çeteyên DAIŞ’ê gihîştin vê dibistanê û serweriya xwe li ser ferz kirin û piştî wê şer û pevçûn nêzî du mehan li vê deverê bê navbera berdewam kirin. Di çalakiyeke şervanên YPG’ê û YPJ’ê de ku di 31’ê Kanûnê 2014’an de dabûn dest pêkirin, ango di serê salê de, şervanan dibistan ji destên çeteyan rizgarkirin, lê çeteyan beriya ku ji dibistanê birevin aliyekî dibistanê teqandin.
Piştî ku bajarê Kobanê hate rizgarkirin, Rêveberiya Xweser a kantona Kobanê dibistan sererast kir û ji wê demê ve pêşwaziya şagirtên taxên derdorê dike.
Niha piştî nêzî sê salan bi saya xwîna şehîdan ên weke ” Şiyar Qermûx, Dicle Ferat, Gîvara Celalî, Alkan Zafer, Cûdî Qendîl, Kajîn Efrîn, Nûda Avaşîn û gelek şehîdên din” ev devera berxwedanê veguherî navenda zanistiyê û êdî bi dehan şagirtan hembêz dike. Hejmara xwendekaran niha di dibistanê de 389 şagirt in.
Şehîd Dicle Ferat ku di berxwedana Kobanê de li vê dibistanê şehîd ketibû, niha navê dibistanê bi navê wê tê nasîn.
(jh)