حركة المجتمع الديمقراطي

Şêwira Rojava  di roja duyemîn de berdewam dike

677

GERKR LEGE-DSTPEKIRINA ŞIWRA.JPG (1)Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê KNK`ê ve tê organîzekirin û duh bi beşdarûna 170 nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li hola Sendîqeya Karkeran a bajaroka Rimêlan destpê kiribû, di roja duyemîn de  dewam dike.

Di roja yekemîn a şêwiryê de, şandeyên beşdarî axaftin kirin. Her wiha nêrîn derbarê yekîtiya kurdî hatin girtin, dûrketina ji berjewendiyên kesayetî yên teng û nakokiyan û girîngiya lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê, nîqaş hatin kirin.GERKR LEGE-DSTPEKIRINA ŞIWRA.JPG (3)

Li gorî komîteya amadekar dê reşnivîsa pêşniyarên ku ji aliyê komîteyê ve hatiye amadekirin dê werin nîqaşkirin û bendên wê werin guhdarkirin da ku werin erêkirin. Her wiha dê ev reşnivîs wekî belgeya Rojava ji bo Kongereya Netewî ya Kurdistanê bê destnîşankirin.