حركة المجتمع الديمقراطي

Hec Derwîş ji partî û rêxistinan xwest ku ji bo yekrêziya Kurdan kar bikin  

679

Hemîd Hec Derwîş di Hevdîtina Şêwirî Rojava de ya ku niha li bajaroka Rimêlan didome axivî û  destpêka efsaneyên YPG û YPJ`ê ji bo parastina Rojava bi bîr anî û wiha pê de çû:”YPG û YPJ`ê axa welat parastin û bi saya wan herêm bi ewle bû û nehîştin ku binsaziya Rojava werê rûxandin. YPG û YPJ`ê tacên serê me ne”.

Derwîş di berdewamiya axaftinên xwe de, ji hikumeta Tirkiyê xwest ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest berde.

Hemîd Hec Derwîş ji hêz û partiyên siyasî yên Kurdî xwest ku dûrî kêşeyan bikevin û ji bo yekrêziya Kurdan, kar bikin.

Sekerterê Partiya Demokratîk Pêşverû a Kurdî li Sûriyê Hemîd Hec Derwîş bi bîr xist ku pirsgirêkeke di navbera du partiyan de, mafên tu aliyan tune ye ku deriyên mirovahî li hemberî gelê Kurd bigre.

Her wiha Hemîd Hec Derwîş ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwest ku buroyên ne ruxsetkirî yên partiyên kurdî ku ji ber ne li gorî zagonên Rojava tevgeriyabûn û hatibûn girtin, vebikin.