حركة المجتمع الديمقراطي

Hevdîtina Şêwirî: Pêwîste yekîtiya kurdî pêk were

667

Hevdîtina Şêwirî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê li Roajva li salona Sendîqaya Karkeran a bajaroka Rimêlan a Qamişlo ya herêma Cizîrê bi beşdarbûna 170 delegeyên ku nûnertiya hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî destpê kir. Her wiha kesayetên serbixwe ji Şam û deverên din jî beşdar bûn.GIRKELIKI-DE -SEURIDA-BANGA-YKITEA-KURDA-HATKIRN (7)

Şêwra Rojava bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Endamê Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebulkerîm Umer axivî û destpêkê bixêrhatina şandeyên ku ji hemû herêmên Bakurê Sûriyê beşdar bûne kir û wiha dom kir: “Em îro bi xêrhatina hemû şandeyan dikin. Em hêvî dikin ku di encama nîqaşan de biryarên ku xizmeta gelê kurd bike werin standin. Ew biryar yekîtiya gelê kurd xurt bike,em hêvî dikin ku di sedsala 21 an de hemû prisgirêkên gelê kurd werin çareserkirin û gelê kurd yekîtiya xwe mayînde bike.”GIRKELIKI-DE -SEURIDA-BANGA-YKITEA-KURDA-HATKIRN (3)

Di berdewama şêwiriê de Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulerkîm Sûrxan axivî û bal kişand se girîngiya yekîtiya gelê kurd û hêvî kir di nîqaşan de rêbazeke yekbûyî ji gelê kurd a her çarperçeyên Kurdistanê derkeve û wiha dom kir: “Kurdistanê di qonaxeke zehmet re derbas dibe. Li ser vî esasê di vê di hundir de lihevkirinek pêk were. Divê zemîna yektiya hêzên kurdî were amadekirin, ji ber vê yekê dive bingeh were amadekirin û têkilî di navbera hzên sereke were pêşxistin.”

Piştre jî beglge û rêgezên bingehîn ên yekîtiya niştimanî ji aliyê Endamê KNK-Rojava Luqman Ehmê ve hate xwendin.

Şêwir hîn jî didome../.