REQA – Li gelek taxên bajarê Reqayê ku şerên giran lê rû didin, şervanên QSD`ê bi pêşve diçin û 35 sivîl hatin rizgarkirin.
Li gorî agahiyên ku ji herêma şer a Reqayê hatine girtin, li taxa Emîn, Hena û çerxereya El-Neîm a navenda bajarê Reqayê şerên dijwar di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de rû didin. Li taxa El-Nehda ya aliyê rojava yê bajarê Reqayê şer bi dijwarî rû dide û şervanên QSD`ê ber bi mizgefta Îmam El-Newewî pêşve diçin. Li taxa Endelos aliyê bakurê yê Reqayê şer didome.
Di encamên şerên ku li taxên navborî rû didin de, gelek çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûn.
Di heman deme de, tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 35 sivîl li taxa El-Nehda ya Reqayê rizgar kirin û ew gihandin cihên bi ewle.
(kc)
ANHA