حركة المجتمع الديمقراطي

Pêşengeha “Nalînek ji dûr ve hat” hat vekirin

703

EFRÎN –Li Navenda Çand û Hunera kantona Efrînê, pêşangeheke hunera şêwekariya hate vekirin.EFRIN-PESINGEH ‫(1)‬

Bi aramca ku xwendekaran teşwîqî parastina kevneşopî û flklora Efrînê bikin, Li navenda Çand û Hunerê ya kantona Efrînê  bi navnîşa ” Nalînek ji dûr ve hat” pêşengeke şêwekariyê hate vekirin. Di pêşengehê de 53 tabloyên hatin pêşkêşkirin.

Tabloyên hatine pêşkêşkirin ji aliyê Biharîn Ebdulmecîd (28), Zîlan Silêman (19) û Mehmûd Mamedo ve hatin çêkirin, her sê endam tevlî dewreya perwedeya ku li navendê ji aliyê hunermendê şêwekar Henîf Hemo ve hatibûn b hatibû organzekirin, bûn.

Mijarên tabloyan, derbarê çand û hunera Efrînê, jinên kedakr, jin û flklor û mijarên cudatir  bû.

Pêşangehê ji aliyê endama rêveber a Navenda Çand û Hunerê Şêraz Hemo ve hat vekirin. Paşê Şêraz Heo axivî û xebatên beşdarên pêşangehê bilind nirxandin û ew teşwîq kirin ku zêdetir hobiyên xwe nîşan bidin û bibin pêşengên hunerê.serzad hemo

Piştre bawernameyên pîrozbahiyê li beşdarên pêşandegê, hatin belavkirin.

Nûnerên Desteyan, Kongreya Star, Yekîtiya Rewşenbîran û Desteya Çandê ku serdana pêşangehê kirine û, kêfxweşiya xwe nîşan dan û ji beşdarên pêşangehê re serkeftin xwestin.

Pêşangehê wê heta saet 18:00‘an vekirî be.

(rr)

ANHA