حركة المجتمع الديمقراطي

Cenazeyê şehîd Seyid li Til Hemîs hat oxirkirin

696

TIL HEMÎS – Şêniyên navçeya Til Hemîsê cenazeyê şervanê YPG′ê Seyid Til Hemîs li goristana Şehîd Raxib Etiye oxir kirin.TIL HEMIS-MERASIME-SEHIDA ‫(183960066)‬ ‫‬

Şêniyên navçeya Til Hemîsê û gundewarên wê, Endamên saziyên TEV-DEM′ê û Hêzên Asayîşê cenazeyê şervanê YPG′ê Ebdulhemîd Mihemed (Seyid Til Hemîs) ku 18′ê Îlonê di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye ji bajarê Qamişlo wergirtin û bi karwanekî erebeyan ber bi goristana Şehîd Raxib Etiye ya dikeve gundê Salihiyê yê rojavayê ve, ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê hêzên QSD′ê ve dest pê kir. Piştre bi navê Saziya Malbatên Şehîdan a navçeyê Salih Ebûş axivî, sersaxî ji malbata têkoşer re xwest, da zanîn ku şehîdan ji bo avakirina jiyaneke azad û bi ewle canê xwe feda kirin û soza şopandina riya wan da.TIL HEMIS-MERASIME-SEHIDA ‫(1)‬

Piştre bi navê TEV-DEM′ê Salih Xelef jî axivî û anî ziman ku bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, tu çareserî nehatiye dîtin û wiha domand: ″Şoreşa Rojava bi piştî gelek salên berxwedan û têkoşînê projeya Federaliyê ji bo çareserkirina aloziyê peyda kir. Pêkanîna hilbijartinan jî gava yekem a serkeftina vê projeyê ye. Ev serkeftin bi saya fedekariya şehîdan pêk tên. Em soza domandina têkoşînê didin″.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ û tîlîliyên dayîkan de hat veşartin.

(mm)

ANHA

SALIH XELEF TIL HEMIS-MERASIME-SEHIDA ‫(183960065)‬ ‫‬ TIL HEMIS-MERASIME-SEHIDA ‫(183960067)‬ ‫‬ SALIH EBUS